Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan

Li Qamişlo bi sedan jin dijî tecrîdê meşiyan û soza bilindkirina têkoşînê da.

Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
Jinên Qamişlo li dijî tecrîdê meşiyan
7 gulan 2024   14:02
QAMIŞLO

Rêxistina Kongra Star a bajarê Qamişlo, dijî tecrîda li ser Rêber Abddullah Ocalan, meşek li dar xist. 

Meş ji pêşiya Dermanxaneya Deham a li taxa Kurnîş dest pê kir û heya Çerxerêya El Felahîn a  li heman taxê dom kir.

Bi sedan jinên ku endamên sazî û dezgên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî di navan de hebûn, beşdarî meşê bûn.

Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin bilindkirin û dirûşmeyên wekî, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliyê”, “Bijî berxwedana zîndanan” û “Kujer Erdogan” hatin berzkirin.

Piştî meşê li Çerxerêya El Felahîn ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqeyek rêz hat girtin û axaftin hat kirin. 

Endama Koordînasyona Kongra Star Şîraz Hemo diyar kir ku ew wek jinên Rojavayê Kurdistanê û Bakûr û Rojhilatê Suryeyê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan silav dikin. Şîraz Hemo got: “Şerê li Îmraliyê şerê keramet û hebûna me ye, lewma em ê jî dijî tecrîdê têkoşîna xwe bilind bikin.”

Şîraz Hemo bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tecrîdê û da zanîn ku komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya jinan vala hatiye derxistin.

Şîraz Hemo da zanîn ku di krîza li Rojhilata Navîn de mifteya çareseriyê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan e.

Çalakî bi dirûşmeyên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî berxwedana Îmraliye” û “Jin jiyan azadî” bidawî bû.

(bm-ta/a)

ANHA