Cewad El Beydanî: Rewşa Iraqê rê nade pêkanîna Rêya Geşepêdanê

Prof. Cewad El Beydanî destnîşan kir ku rewşa Iraqê rê nade pêkanîna projeya Rêya Geşepêdanê. Her wiha ku DYA jî dixwaze vê projeyê pêk bîne û rê nade Bexda beşdarî projeya rê ya Çînê bibe.

Cewad El Beydanî: Rewşa Iraqê rê nade pêkanîna Rêya Geşepêdanê
Cewad El Beydanî: Rewşa Iraqê rê nade pêkanîna Rêya Geşepêdanê
2 gulan, 2024   03:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Hemwextî krîza aborî ya li Tirkiyeyê û piştî dûrxistina Enqereyê ji rêya Hindistan - Ewropayê, Tirkiyeyê girîngiyeke mezin da Rêya Geşepêdanê ku Kendava Erebî bi Ewropayê ve girê dide û di Iraq û Tirkiyeyê re derbas dibe.

Gelek rapor li ser gengaziya pêkanîna vê projeyê hemwextî rewşa tevlihev a Iraqê û rewşa tevlihev a Tirkiyeyê derketin.

Girêdayî wê pisporê lêkolînên dîrokî Prof. Cewad El Beydanî got: "Piştî derxistina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji Iraqê, vekirina rêyên bejî, rêyên trênê û boriyên gaz û petrolê, wê demê Rêya Geşepêdanê dê pêk bê. Ev jî tenê bi rêya belavkirina artêşa Tirkiyeyê yan a Iraqê yan jî peydakirina şerekî di navbera artêşa Iraqê û pêşmerge û PKK'ê de ye."

El Beydanî destnîşan kir ku hemwextî van rewşan ev yek pêk nayê, ji ber ku xetên hevbeş hene û DAIŞ jî hîn heye, ji ber wê artêşa Iraqê û pêşmerge naxwazin li hemberî PKK'ê bikevin şerekî rasterast.

El Beydanî wiha domand: "Ev rê ji 1889'an de hatiye amadekirin û ji wê demê ve plan heye, lê şerê cîhanê û rewşên aborî hişt ev proje neyê pêkanîn."

El Beydanî diyar kir ku Kuweyt jî hewl dide projeyê asteng bike, nexasim ku mîrê Kuweytê serdana Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Qeter û Urdunê kir. Urdunê jî piştgirî da mîrê Kuweytê.

El Beydanî da zanîn ku Kuweyt rêya Mubarek ava dike, ev jî tenê bi rêya trênê bi Iraqê ve tê girêdan. Ev jî nayê pêkanîn, ji ber ku têkiliyên şêniyên başûrê Iraqê bi Kuweytê re ne baş in û vê projeyê qebûl nakin.

El Beydanî her wiha diyar kir ku Îmarat û Qeter herî zêde ji vê rêyê sûdê digirin, lê li ba Îranê jî der barê vê rêyê de pirsgirêk hene, tevî ku hewl dide bi rêyên trênê xwe bi Iraqê ve girê bide da ku sûdê ji rêyê bigire. Her wiha Urdun heta ji destê wê tê hewl dide xwe beşdarî vê rêyê bike lê ev rê wiha hatiye amadekirin.

El Beydanî destnîşan kir ku rêya Hindistan-Ewropayê rikbera Rêya Geşepêdanê ye lê tevî wê jî DYA destekê dide vê rêyê nexasim ku serokê DYA'yê Joe Biden gotibû ku ew nahêlin Iraq bikeve Rêya Herîr a Çînê.

El Beydanî anî ziman ku DYA di tu rewşan de dev ji cihê xwe yê Iraqê bernade, ji ber wê jî Washington hewl dide di aliyê aborî de bandorê li Iraqê bike û pê re peymanên aborî pêk bîne, da ku li herêmê bimîne. Eger fermandarên milîsan bikevin aliyê aborî wê demê ev milîs dê bibin çete û ew ê bi pereyan bên helandin. Ev stratejiya Amerîkayê ji berê şerê cîhanê ve ye ku wê demê jî komçeteyên mezin ên Brazîl, Spanya û Kolumbiyayê bi pereyan helandin.

El Beydanî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku Brîtanya dihêle DYA bikeve vê rêyê û ku pêwîst e Rêya Geşepêdanê li dawiyê bê pêkanîn.

(mh)