KJC: Dem dema pêşengtiya parastina cewheriye

Koordînasyona KJC'ê ku banga seferberiyê li jinên ciwan kir got,” Em tevlî pengava xwe parastinê ku ji aliyê PAJK û KJK’ê ve bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê’ hatiye destpêkirin dibin û bang li hemû jinên ciwan dikin ku têkoşîna azadî û jiyana azad de seferber bibin.”

KJC: Dem dema pêşengtiya parastina cewheriye
2 gulan 2024   13:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona KJC’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand. Diyar kir ku hamleya ji aliyê PAJK û KJK’ê ve  bi dirûşma ‘Bi Jin Jiyan Azadî Ber bi Şoreşa Jinê’ hatiye destpêkirin, bi dînamîk û mîsyona xwe ya pêşengiyê tevli hemû ciwanên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdixe bang dikin.”

Daxuyanî wiha ye:

Wateya ciwantiya me avakirina cîhanek birûmet, jiyanbar e. Pêşxistina pergala xweparastinê ya jinên ciwan layiqî vê wateyê yek ji erkên me yên exlaqî yên civakî ye. Em jinên ciwan ji bo vê yekê pêk bînin hene û divê em bi ser bikevin. Divê em bangawaziya li jinên ciwan ên di daxuyaniya xweparastinê ya ku di demên dawî de rêxistinên me yên pêşeng ên jinan KJK û PAJK’ê bi hev re ragihandibûn rast fêm bikin û bihizirin. Divê em li ser vê bingehê coş û serketina xwe ya ciwantî şiyar bibin û çi dibe bila bibe em jiyana bê xweparastin nekin armanc. Weke jinên ciwan em nikarin ji jiyana bêparastin re bibêjin jiyan, ev jiyan, jiyana koletiyê ya di bin kontrol, hêz û serweriya kesên din de ye. Heqîqeteke weke jiyana azad li benda hevdîtina me ye. Teslîmbûna koletiyê ti carî nayê qebûlkirin, ji ber vê yekê weke jinên ciwan di hemû jiyana xwe de xweparastinê serdest kirin, dibe sedem ku em bi mirovahî bijîn.

Weke jinên ciwan pêwîstiya yekemîn a xweparastinê ew e ku dijminê xwe, yê ku hewl dide we tine bike, yê ku di jiyanê de mirinê li ser we ferz dike nas bikin û li hemberî wî rawestin. Ji ber vê yekê karê me yê yekemîn jinên ciwan ev e: Dijmin kî ye? Divê em fêhm bikin û hişyar bikin ka ew li ku û çawa êrişî me dike da ku em bi rêkûpêk mertalên xwe yên parastinê di çeperên xwe yên jiyanê de xurt bikin. Ger nebe em ê xwe ji her derê ve ji êrîş û wêrankirinê re vekirî bihêlin. Yekane armanca tacîz û tecawizgerên bi unîformatîk û bêcilfet, ku bi mejiyê mêran ên ji saziyên pergala serdest a mêr hatine desteserkirin, belavkirina hêza mêr li her derê ye. Li ser vê bingehê yekane armanca wan ew e ku jiyanê ji bo jinan zehmet bikin û nedin jiyan kirin. Em weke jin nikarin parastina xwe û mafên xwe ji mêr û saziyên wan re bihêlin. Polîs, cendirme, hiqûq, pergala perwerdehiyê, çanda koletiyê ya ku di bin navê hunerê de tê ferzkirin, qanûnên bi navê mafên mirovan ên ku mirovahiyê dixapîne, ji bilî mirinê tiştekî din nadin jinan. Dijminê ku li dijî we ye, yê ku dixwaze we tune bike ye. Ne fêde û edalet ji dijmin tê hêvîkirin, ne jî mirov dikare pêşerojê di bin siya wî de xeyal bike. Tişta ku li hember dijmin tê kirin tenê şerkirin e û rêya vê yekê jî pêşxistina sîstema xweparastinê ye!

Weke jinên ciwan ên Kurdistanê bi destên dagirkeriya faşîst a AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê me şahidiya qetilkirina Denîz Poyraz, Gulîstan Doku, Îpek Er, Ozgecan Aslan û bi hezaran jin û ciwanên ku me navê wan li vir nenivîsand kiri ye. Erdoganê faşîst û rejîma wî ya qetlîamkar bûye dewleta tecawizê. Tevahiya sîstemê ji bo mayîna vê dewleta tecawizê hatiye amadekirin. Mîna ku bi prensîba ku jin bikuje û îradeya wan bişkîne, ewqasî bi hêz dibe. Jin û pergala serdest a mêr di hemû qadên jiyanê de di nava şer de ne. Di şerekî wiha topyekûn de ji bilî parastina xwe ti çareya me nemaye. Ji xeynî xweparastinê tu rê tune ku hebûn bibe XWEBUN. Herî dawî li bajarê Botanê yê Şirnexê endamekî çeteya tecawizkar a faşîst Erdogan di nava kolanê de êrîşî jineke ciwan kir û gelê birûmet û ciwanên Botanê ew tecawizkar lînç kirin. Li dijî rejîma tecawizkar çi pêwîste bê kirin nîşan dan. Bi organîzekirina pergala xwe ya xweparastinê, divê em hemû kolan, tax, gund û bajarên Kurdistanê li dijmin û zilam û saziyên wî yên xwedî mejiyê mêrane teng bikin û ji Kurdistanê derbixin! Heya ji tecawizkar û qetlîaman li her derê bi ruhê ciwan û gelê Şirnexê hesab bê pirsîn, em dikarin jiyaneke bi rûmet û exlaqî ava bikin.

Weke jinên ciwan ên Kurdistanê berpirsyariyeke me ya mezin heye ku em hesabê tiştên ku vê pergala tecawizkar ji destê me girtine bipirsin û em erkdar in ku em tola bi hezaran jinan hilînin! Bi hezaran jinên ciwan ên mîna Melek Îlhaman a li Efrîn û Serêkaniyê hat qetilkirin, bi hezaran jinên Êzidî û zarokên wan ên li Şengalê di encama êrîşên DAIŞ-PDK û rejîma faşîst a Erdogan de dîl hatin girtin û heta niha çarenûsa wê ne diyar e. Li Başûrê Kurdistanê her roj ji aliyê hevkariya PDK-MÎT'ê ve jin tên qetilkirin, li Îranê Jîna Amînîs, Armitas, Rimas ku li Kurdistanê bûne qurbaniyên mejiyê PDK'ê, komkujiyên ku hatine kirin navê hişê dewletê ye û tola ku divê em hilînin e.

Em çiqasî xweparastinê bikin, em dikarin zincîrên koletiyê bişkînin û nêzî azadiyê bibin. Em çiqas hêza xweparastinê ava bikin, destên qirker ên pergala mêr nikarin me jinan kêm bikin. Bi rêxistinbûna xweparastinê re em pergala azadiya jinê ya bi îrade ku her roj bi hêztir dibe bi dest dixin. Her ku em hişyartir bibin, ji aliyê fikrî û bedenî ve em xwe perwerde bikin û xwe bigihînin hev, divê em li hemberî tundî û zordariyê bi ser bikevin û îrade û xweparastinê pêş bixin.

Di vê wateyê de divê em vê rastiyê baş bizanibin ku weke neteweya jinê em tevhev in. Nijad, ziman, netewe û çanda jinê yek e. Jinbûn sembol û cewhera wijdan û mejiyê hevpar a civakan e. Di vê wateyê de li ku derê cîhanê dibe bila bibe, di serî de li Kurdistanê, ji Afganîstanê heta Fransayê, ji Îranê heta Awûstûryayê, ji Ûkraynayê heta Filistînê armanca komkujiyên jinan yek e. Di vê wateyê de em jin û ciwan li ku bin, divê em bi hişmendiya ku li dijî sîstem, sazî û artêşên zilam ên tecawiz-faşîst di nava helwesteke hevpar de ne, di şoreşa jinê de refên xwe xurtir bikin û bi yek ruh, hiş û parastinê bi helwest tevbigerin. Di vê wateyê de erka me ya jinên ciwan ew e ku li her qadê û çalakiyê ruhê hevpar ê têkoşînê biafirînin û li gorî wê pergala xwe ya parastinê ava bikin.

Formula Rêber APO ya bêhempa “JIN JIYAN AZADI” ji gelên cîhanê re dide xuyakirin ku ruhê tevahî parastin û berxwedanê çi afirandiye û têkoşîna şoreşa jinê ya ku zêdeyî nîv sedsalê ye bi pêş dikeve, gihiştiye kîjan astê. Rêber APO damezrîner û pêşengê xweparastina jinê ye. Bi pêşkêşkirina PAJK, KJK, YJA-Star, KJC, YPJ, YJŞ, YPS-JIN, HPJ û KBD-H ji hemû jin û gelên cîhanê re, li dijî hişmendiya mêr û pergala wê ya metînger a bi hezaran salan e têkoşîna xweparastinê ya bi heybet pêşxist. Bi xurtkirin û berfirehkirina vê pergala xweparastinê em dikarin azadiya fîzîkî ya Rêbertî misoger bikin. Pergala xweparastinê ya ku pêşdikeve, polîtîkaya têkçûyî ya îmha û qirkirinê ye.

Bi vê hişmendiyê divê em weke jinên ciwan ên ku hêza pêşeng a têkoşîna xweparastinê ne, bi hişmendiya rol û mîsyona xwe ya dîrokî bibin bersiva rast ji banga xweparastinê ya PAJK û KJK’ê re! Divê em tola komkujî û qetlîamên jinan bi avakirina sîstema xweparastinê ya ku sedema me ya li qadên têkoşînê yên Bakur, Rojava, Başûr, Rojhilat û Ewropayê ye, hilînin. “