Sûriye li çareseriyê digire; gelo kes dê bersivê bide? - HÊVÎDAR XALID

Sûriye li çareseriyê digire; gelo kes dê bersivê bide? - HÊVÎDAR XALID
3 gulan 2024   04:05

Li Sûriyeyê di tevahî qadên siyasî, meydanî û civakî de geşedanên bi lez rû didin. Bi xwe re li pêşiya gel li erdnîgariya Sûriyeyê tev de astengiyên mezin afirandin. Bi wê re krîz û destwerdanên aliyan di aloziyê de zêde bûn. Ji destpêka aloziyê ve, nakokî anku rageşiya di navbera aliyên destwerdana kar û barên Sûriyeyê kirine de, firehtir bûye. Her aliyek dixwaze hegemonyaya aliyê din sînordar bike. Welat bûye qada şer di navbera Amerîka û Rûsyayê de. Di encama gurbûna aloziyan li wan herêman de û aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de, metirsî hene ku di her kêliyekê de ev alozî veguhere şer.

Li parêzgeha Siweyda ya Sûriyeyê, ji zêdetirî 8 mehan ve xwepêşandan li dar dikevin. Xelkê parêzgehê banga guhertina siyasî û bidestxistina edaletê dike. Tê destnîşankirin ku wê xwepêşandanê armancên xwe bi dest nexistin, serokê Sûriyeyê Beşar El Esed jî parêzgeh paşguh kiriye û heta niha tu daxuyanî der barê daxwazên xelkê parêzgehê de nedane. Lê xwepêşandan hîna berdewam in. Em dikarin bêjin ku ev xwepêşandan bersivdayîna siyasetên hikumeta Sûriyeyê û Partiya Baas e û peyameke ji cîhanê re ye ku gelê vê parêzgehê ji siyasetên hikumetê û saziyên wê yên ewlehiyê ne razî ye.

Şêniyên parêzgehê ji ber krîzên aborî, siyasî û civakî, êş û zehmetiyan dikişînin. Çarenûsa bi dehan ji wan ne diyar e. Desthilata Sûriyeyê jî berpirsa van kiryar û binpêkirinan e. Siyaseta çewisandinê li dijî wan dimeşîne, tengav dike û bajarê wan veguherandiye deriyekê ji bo qaçaxçîtiya narkotîkê ji derve re, di nava ciwanên wê de narkotîk belav kiriye. Bi van hewldanan ewlehiya parêzgehê têk dibe û xistiye bin kontrola xwe. Ji ber wê şêniyên parêzgehê hêvî dikin ku bi rêya van xwepêşandanan daxwazên xwe bînin cih û edaletê bi dest bixin.

Li herêmên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, qonaxeke din a şerê li ser hegemonyayê û pere dest pê kiriye. Li wan herêman tevliheviyeke giştî heye. Komên terorîst ên dewleta Tir ka dagirker bi hev dikevin, bi taybet li gundewarên Marê. Dizî, şer û gendelî di nava endamên koman de belav e. Di encamê de pirî caran bi hev dikevin. Li hember vê rewşê û sûcên hovane yên di encama siyasetên şaş ên dewleta Tirk a dagirker de li wan herêman tên kirin, civaka navneteweyî çavê xwe lê girtiye.

Tişta balkêş ew e ku aliyên navneteweyî û herêmî hewl didin sûdê ji van aloziyan bigirin û ji bo berjewendiyên xwe bi kar bînin, di serî de dewleta Tirk a ku erdnîgariyeke berfireh a Sûriyeyê dagir kiriye. Hesabên dewleta Tirk li van herêman gelek in. Çeteyan bi kar tîne ji bo ku têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne û dest bi normalîzekirinê bike. Ruxmî ku di destpêka aloziyê de gef xwaribû û di civînekê de li gel  rojnameya Sunday Times a brîtanî sala 2011`an Beşar El Esed muxateb girtibû û gotibû: "Tu dikarî bi tank û topan heta demekê di dsethilatê de bimînî lê belê dawiyê tu yê biçî."

Li başûrê Sûriyeyê di encama siyasetên binkeftî yên hikumeta Şamê anku Sûriyeyê û lihevhatinên ku Rûsya ji 2018`an li wir dimeşîne de, tevliheviya ewlehiyê berdewam e bi taybet li dErayê. Desthilata Sûriyeyê bi van siyasetan dixwaze destkeftiyên siyasî û leşkerî bi dest bixe lê mixabin berjewendiya gel yan jî dozên bingehîn ên peydakirina jiyana bi rûmet ji gel re, ne di hesabên desthilatê de ne. Li parêzgehên Sûriyeyê yên di bin kontrola hikumeta Şamê de bi gelemperî aloziyeke aborî, tenduristî û pîşesazî ya rastîn heye û hikumet jî nikare çareseriyekê jê re bibîne.

Nemaze parêzgeha Dêrazorê, li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişên domdar ên şaneyên DAIŞ’ê tevliheviyeke mezin heye. Li aliyekî din jî komên çekdar ên girêdayê hikumeta Sûriyeyê  bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara herêmê tevliheviyan derdixe. Hewl didin parêzgerê veguherînîn kerîdora bazirganiya madeyên hişbir da ku derbasî Herêmên Rêveberiya Xweser bikin, ku ewlehî û aramî lê serwer in. Her wiha da ku  hişbirê di nava civakê de belav bike û civakê ji armanc û dozên wê yên bingehîn dûr bixe, projeya demokratîk a li herêmê têk bibe û di encamê de  serweriya xwe li ser herêmê ferz bike. Lê nemumkin e ev armanc pêk werin. Sedema vê yekê ew e ku rewş bi temamî hatiye guhertin, ne hikumeta Sûriyeyê û ne jî geşedanên heyî rê destûr didin ku ev armanc pêk werin.

Tevahî cîhan dizane ku kî li pey êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser herêmê ne. Di belgeyên fermî yên ku medyayên herêmî û navneteweyî parve kirine de diyar dibe çawa dewleta Tirk a dagirker desteka madî dide DAIŞ’ê da ku wan li herêmê zindî bike û kengî bixwazin wan ji bo pêkanîna armancên xwe yên dagirkeriyê bi kar bîne. Em dibînin dewleta Tirk çawa herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî veguherandine navenda belavkirina terorê ber bi herêmê, welatên ereban û cîhanê ve. Şandina beşek  çeteyên sûriyeyî ber bi Nîjerê ve da ku ji bo berjewndiyên Erdogan li wir şer bikin, mînaka herî dawî ya vê yekê ye.

Sûriye piştî destwerdanên hêzên herêmî û naveteweyî Sûriyeyê veguherî navenda nakok û şerên wêranî. Her kes dixwaze qezenciyan li Sûriyeyê bi dest bike. Herî dawî nûnerê NY’yê yê ji bo Sûriyeyê Geir Pederson gotibû Sûriye veguheriye qada tesfiyekirina hesaban û tevahî alî di rêyeke şaş de tevdigerin. Bi vê bal dikişîne ser şerê giran ê di navbera aliyên bi nakok de ku di encama wê de rojane bi dehan kes tên kuştin, birîndar dibin û bi sedan kes ji warê xwe dibin.

Diyar e ku çareserî hîna dûr e. Hewldanên çareserkirina aloziyê û rizgarkirina gelê Sûriyeyê ji rewşa mirovî ya karesatî sekinîne. Pederson bi xwe bûye kelemek li pêşiya çareseriyê, di destî wî de hemû maf û îrade nin ku proseya siyasî bilivîne û tevahî sûriyeyan li ser maseya diyalogan kom bike.

Em dikarin îfadeya herî guncaw ya ji bo rewşa heyî ya Sûriyeyê wiha binirxînin, madem çareserî nin in, madem aliyên sûriyeyî yên xwedî projeya rasteqîn a çareseriyê ji diyalogên navneteweyî yên bi amranca bidawîkirina şer tên dûrxistin, êş berdewam e.

Aşkera ye ku civaka navneteweyî di dema niha de ne xwedî tu însiyatîfên çareseriyê ye. Di encamê de êşa gelê Sûriyeyê roj bi roj zêdetir dibe.

Çareseriya siyasî û diyalogên navxweyî gava bingehîn a ber bi bidawîkirina krîza li Sûriyeyê ne. Çareserî di pergala rêveberiya xweseriya demokratîk de ye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye rûniştandin.

(şx-bb)