Deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan hat vekirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartin ragihand ku deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vekir û ji bo wê dem diyar kir.

Deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan hat vekirin
12 gulan, 2024   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biyar da ku deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan vekir. Ev biryar bi jimareya /3/ ye.

Di biryarê de wiha hate gotin:

"Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihîne ku deriyê namzetbûna hilbijartinên şaredariyan ku dê di 11.06.2024ˊan de pêk bên, vekir.

Ji bo kesên dixwazin bibin namzet-partiyên siyasî, blokên siyasî-kesayetên serbixwe.

Derî ji 12.05.2024ˊan heta 18.05.2024ˊan, di nav de betlaneyên fermî jî, vekiriye."

(fr)