‘Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe em ê tê bikoşin’

Dayik û bavên şehîdan ên ji navçeya Şêrawa diyar kir ku heya azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger nebe, tu carî dest ji têkoşîn û berxwedana xwe bernadin.

‘Heya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe em ê tê bikoşin’
12 gulan, 2024   02:35
ŞEHBA

Dayik û bavên şehîdan ên ji navçeya Şêrawa ya Efrînê diyar kir ku 25 sal e ku Rêber Abdullah Ocalan hatiye dîlgirtin û ji 3 salan ve tu agahî jê tune ne. Her wiha bêdengiya rêxistinên mafên mirovan jî şermezar kirin.

Dayika bi navê Fêroz Horo, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha anî ziman: "Rêber Apo 25 sal e girtî ye û ji 3 salan ve tu agahî ji Rêber nayê wergirtin. Divê malbat û parêzer di demeke nêz de biçin gel Rêber Apo û agahiyekê jê bê wergirtin. Em ê li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşîn û berxwedan bikin.”

Her wiha dayika bi navê Litfiye Sîdo jî destnîşan kir ku Rêber Ocalan ji 25 salan ve dîlgirtî ye û tecrîdeke giran lê hatiye ferzkirin û got: “Em ê tecrîda li ser Rêber Apo bişikînin û Rêber Apo bi fizîkî azad bibe.”

Nûrî Şêxo jî diyar kir ku ev 38 meh e tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê wergirtin, her wiha 3 mehên din cezayê qedexekirina hevdîtinan lê hat birîn.

Her wiha Yûsef Bîlal jî diyar kir ku ew li ser felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dê her tim li ser pêyan bin.

ANHA