ˊEm çawa şehîdên 6ˊê Gulanê bi bîr bînin? Diyaa ISKENDER

ˊEm çawa şehîdên 6ˊê Gulanê bi bîr bînin? Diyaa ISKENDER
6 gulan 2024   03:45

Desthilatên Osmaniyan di berbanga 6'ê Gulana 1916'an de li dijî 21 rewşenbîrên welatparêz cezaya darvekirinê da. Armanca wan rewşenbîran tenê ew bû ku welatê xwe ji dagirkeriya Osmanî ya zêdetirî 400 salan dom kiriye bi dawî bikin. Ji wan 14 li qada Burc a Beyrûtê, ku piştre navê wê bû qada Şehîdan, hatin darvekirin. 7 jî piştî ku hakimê Şamê Cemal Paşa Sefah li dijî wan tohmeta sîxurtiya ji Brîtanya û Fransayê re da, ew li qada Mercê ya Şamê hatin darvekirin.

Ev roj jî, ji wê demê ve li Sûriye û Lubnanê ji bo rêzgirtina ji wan şehîdan re û bibîranîna wan û tevahî şehîdên ku li hember împaratoriya Osmanî, tê pîrozkirin.

Ev ne komkujiya tekane ye ku dewleta Osmanî pêk aniye, di 21'ê Tebaxa 1915'an de gelek welatparêz ji wan 10 ji Filistîn, Sûriye û Lubnanê li Beyrûtê hatin darvekirin.

Bê guman dîroka dewleta Tirk tijî komkujiyên li dijî gelê herêmê ye. Ew bi hemû cûreyên çekên kîmyewî, fosforî, nûklerî û taktîkî li dijî gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) êrişan pêk tîne. Li hember van êrişan jî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hikumeta Iraqê û rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî bê deng in. Tevî bangên KCK, gerîlayên HPG û hemû partiyên Kurdî ku serdana deverên hedefgirtî bikin da ku hesab ji dewleta Tirk bixwazin, lê cîhan û aliyên têkildar bê deng in.

Li Sûriyeyê jî dewleta Tirk destwerdan kir û gelek alozî derxistin. Di Tebaxa 2016'an de wê Cerablus, Bab û Ezaz dagir kirin. Di 20'ê Çileya 2018'an de li dijî Efrînê êriş pêk anî û di 18'ê Adara heman salê de Efrîn dagir kir. Di 2 mehên xwe yên di Efrînê de dewleta Tirk a dagirker 12 komkujî li dijî şêniyên wê pêk anîn û kiryarên kuştin, revandin, êşkence, destdanîna ser mal û milkên şêniyên resen û guhertina demografî heta roja îro didomîne.

Di Cotmeha 2019'an de jî dewleta Tirk a dagirker Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin.

Heta niha jî binesaziya sivîl a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek stasyonên av, kehrebe, petrol, gaz, navendên tenduristî û dibistanan hedef digire û gefa dagirkirina deverên nû yên Sûriyeyê dixwe. Li vir dewleta Tirk ji bêdengiya civata navneteweyî sûd werdigire û wê wek erêkirinekê ji bo qirkirina gelên herêmê dibîne.

Ev roj, ji bo rewşenbîrên Sûriyeyî derfetek e da ku hişyariya welatparêzî bînin ziman û vê bîranînê bi rêya çalakiyan bigihînin nifşên nû. Her wiha da ku sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê eşkere bikin. Dive rewşenbîr bang bikin ku sûcdar werin cezakirin.

Her wiha divê rewşenbîr bi panel, semîner û pêşangehan girîngiya azadî û serxwebûnê nîşan bidin, nirxên fedakarî berz bikin.

Di salvegera 108'emîn de şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê soza domandina berxwedanê, şopandina rêya şehîdan û rizgarkirina deverên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, didin.

(mh)