Demsala rakirina berhemên çandiniyê dest pê kir

Li Kobanê û Hesekê bi dest bi rakirina berhemên weke nîsk, nok, kemûn, ceh û beqleyan hat kirin.

5 gulan 2024   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, herêmên çandiniyê ye ku debara sereke ya quta şêniyan e.

Li herêmê genim, ceh, baqle, colban û sebze tên çandin. Cotkaran li herêmê dest bi çinîna ceh kir. Berhemê îsal ê ceh li gorî par baştir e.

Her sal ceh berî genim tê çinîn. Nûçegihanên ajansa me çinîna ceh li bakurê bajarê Til Temirê şopand. Li gorî agahiyan, hilberîna her donimekê nêzî 120 kîlogram e û ev jî rêjeyeke baş e.

Li kantona Firatê cotkaran dest bi çinîna berhemên salê yên weke nîsk, nok, kemûn, colik û ceh kirin.

Welatiyê bi Elî Daban derbarê berhemên çandiniyê li kantona Firatê de diyar kir ku li kantonê nîsk, nok, colik, kemûn û dexil û danan tên çandin û destnîşan kir ku nîsk, nok û kemûn bi destan, lê ceh û genim jî bi patozan tên çinîn.

Daban bal kişand ser palahiya di demê berê de û wiha got: "Em sibehê  şiyar dibûn û dihatin nav erdan. Me bi gotinan stranan palehî dikir. Rast e demên berê zehmet bû lê xweş bû. Em palehiyê bi kêfxweşî û komînal derbas dikin."

Jina bi navê Sultan Kereho got ku ev deh roj e wan dest bi rakirina niskan kiriye û diyar kir ku li kantona Firatê nîsk, nok û kemûn pir tên çandin.

Dayika bi navê Necme Nebî ku li kantona Firatê gelek berhemên çandine got: " Berê em serê sibehê hişyar dibûn. Piştî pêjandina nan me berê xwe dida nav erdan û me dest bi çinîna nîsk û berhemên din dikir."

(şx-sş)

ANHA