Ji bo çandiyê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin

Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina çandiniyê, gelek tedbîr hatine girtin. Li bajar û bajarokên kantona Cizîrê komîteyên rewşên awarte hatine avakirin. Her wiha bang hate kirin ku her kes berpirsyar be û zeviyan biparêze.

Ji bo çandiyê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin
Ji bo çandiyê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin
Ji bo çandiyê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin
Ji bo çandiyê komîteyên rewşên awarte hatin avakirin
12 gulan, 2024   06:17
QAMIŞLO
RÊNAS REMO-EBAS XELEF

Mewsima çinîna ceh û biharatan dest pê kir. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina mewsima çandiniyê komîteyên rewşa awarte ava kirin û ji bo wergirtina genim ku dê di çend rojên bê de dest bi çinîna wê bê kirin, navendên wergirtinê amade kirin.

Li kantona Cizîrê Desteya Çandiniyê û Avdanê ji bo wergirtina genim 12 navend amade kirine. Li gorî hevserokê desteyê Mezlûm Hesen miqdara genimê ku ji cotkaran wergirin nêzî 700 hezar ton e.

Ji bo parastina mewsimê ji şewatan, Desteya Çandinî û Avdanê bi koordîneya deste û saziyên din ên Rêveberiya Xweser, gelek tedbîr girtin. Yek ji wan jî avakirina komîteya rewşa awarte ye ku Meclisa Rêveber a Kantona Cizîrê çavdêriya wê dike. Gerînendetiya Veguhastinê, Desteya Çandinî û Avdanê, Gerînendetiya Sotemeniyê, Desteya Rêveberiya Herêmî, Hêzên Parastina Cewherî (HPC), Desteya Hundirîn û Yekitiya Cotkaran cihê xwe di vê komîteyê de girtiye.

Komîteya Giştî li bajar û bajarokan komîteyên şaxî ava kirin ku çavdêriya parastina mewsimê bikin.

Li kantonê li rex belavkirina endamên focên agirkujiyê li ser 41 nuqteyên li bajar, bajarok û gundan, hezar û 91 endam hatine amadekirin ji bo ku mewsim bê parastin.

600 AMÛRÊN AGIRKUJIYÊ YÊN DESTAN HAZIR IN

Hevserokê Desteya Çandiniyê û Avdanê ya kantona Cizîrê Mezlûm Hesen destnîşan kir ku dê 600 amûrên agirkujiyê yên destan li komînên li eniyên şer belav bikin, ji bo ku ev komîte amade bin û wek tedbîreke pêşîn di rewşên awarte de destwerdanê bikin û şewatan kontrol bikin.

Her wiha belavok belav kirin ku tê de hejmara telefonên focên agirkujiyê, komîteyên rewşa awarte û perspektîf hene, ji bo ku dema şewat rû bide şênî li gorî wan tev bigerin.

DIVÊ HER KES BERPIRSYAR BE

Hesen da zanîn ku meha Adarê, wan riwekên li qeraxên rêyan rakirin ji bo ku agir nekeve nava zeviyan û dê dîsa dest bi rakirina wan riwekan bikin.

Hesen der barê mewsima çandiniyê de got: "Berhema genim baş e. Nexweşî di nav de belav bû, lê asta wê ne xeternak bû. Divê her kes hevkar be û berpirsyar be ji bo ku em berhemên xwe biparêzin."

(şx)

ANHA