MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist

MSD’ê di civîna xwe ya asayî de, geşedanên li Sûriyeyê û rêbazên bidawîkirina aloziyê gotûbêj kirin.

MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
MSD’ê civîna xwe ya asayî li dar xist
12 gulan, 2024   15:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) civîna xwe ya asayî li navenda meclisê ya li bajarê Hesekê li dar xist. Di civîna ji aliyê hevserokên MSD’ê ve hat birêvebirin de endam û cîgirên hevserokatiya MSD’ê beşdar bûn. Nûnerên li derveyî welat jî bi rêya bernameya ’Zoom’ tev li civînê bûn.

Di civînê de, geşedanên siyasî û leşkerî yên cîhanê, bandorên wê li aloziya Sûriyeyê, rewşa siyasî, ewlehî û mirovî ya li Sûriyeyê hatin şîrovekirin. Ji bo çareseriyeke siyasî ji aloziya Sûriyeyê re rêbazên koordîneya bi hêzên navneteweyî yên bandor li dosyaya Sûriyeyê re hatin nirxandin.

Beşdaran rewşa rêxistinî ya meclisê û rêbazên xurtkirina xebatên hevbeş di navbera pêkhateyên siyasî de hatin nîqaşkirin. Her wiha encam û pêşniyarên di atolyeyan de  jî hatine bibîrixstin.

Di dawiyê de hate destnîşankirin ku ji bo xurtkirina diyaloga avakar û pevguhastina tecrubeyan di nava pêkhateyên Sûriyeyê de, ji bo pêkanîna berjewendiyên gelê Sûriyeyê û hêviyên wî di demokrasî, azadî û edaletê de lidarxistina atolyayan gelek girîng e.

(şx)