6 meh derbas bûn, şêniyên Xezayê li benda çi ne? - HÊVÎDAR XALID

6 meh derbas bûn, şêniyên Xezayê li benda çi ne? - HÊVÎDAR XALID
6 gulan 2024   11:18

 Şerê Filistîn û Îsraîlê pir bi girêk e. Şer 7ˊê Cotmeha 2023ˊyan piştî êrişa tevgera Hemasê ya li dijî niştecihên Îsraîlê û pêkanîna komkujiyan li dijî sivîlan, mezin bû. Di encamê de rewş tevlihev bû û heta vê demê şer û êriş hene.

Ji wê demê ve ji bo agirbestê gelek navbeynkar û hewldanên herêmî û navneteweyî çêbûn, lê hemû têk çûn.

Pêdiviya Îsraîlê û ya Hemasê jî bi agirbestê heye. Lê her du alî hewl didin li ser hesabê hev destkeftiyan qezenc bikin. Ji bo ku her du aliyên nakok bigihêjin lihevkirinekê tu hewldanên cidî tune ne. Di encamê de rewş aloztir bû, êşên filistîniyên li Xezayê zêdetir bûn. Li Îsraîlê jî tevliheviyek çêbû, nemaze malbatên girtiyan zextê li hikumeta Netanyahu dikin ku aqûbeta zarokên xwe aşkera bikin.

Di radeya yekemîn de Hemas berpirsê karesata li ser Xezayê ye. Li gel Hemasê tu stratejiyeke aşkera ya dîtina çareyekê ji gelê Filistînê re tune ye, her wiha nêrîneke wê ji bo sibeojê nîn e. Êrişa vê dawiyê ya Hemasê êşên gelê Filistînê kûrtir kirin. Ji ber ku Îsraîlê bersiveke tund da gelê Xezayê, Xeza wêran kir. Li gorî raporên navneteweyî, pêdiviya deverên niştecihbûnê yên li Xezayê bi 80 salî heye heta ku ji nû ve werin avakirin. Netanyahu jî li hember zextên hundir û derve ye, lê bi helwesta xwe ve girêdayî ye. Dizane aqûbeta wî, piştî binkeftina vegerandina girtiyên îsraîlî, li ber têkçûyînê ye. Li kêleka wê jî nekarî li hember êrişên Hemasê yên ji nişka ve bibûya bersiv.

Îsraîl behsa êrişekê li dijî Refehê dike, li gorî hin rapor û nûçeyan Misir bi fikar e ku bi sed hezaran filistînî ji ber êrişa li Refehê sînorê wê derbas bike. Di heman demê de serokê Filistînê Mehmûd Ebas ji koçberiya filistîniyan ber bi derve ve bi fikar e. Ebas got eger Îsraîl operasyona xwe li Xezayê bidomîne dê niştecihên filistînî neçar bike ku ji Şerîda Rojava (Dîfa El Xerbiye) koçî Urdinê bike. Niha çav li Qahîreyê ye ku dan û standinên agirbesta li Xezayê têne kirin. Dibe ku ev dan û standin rûpeleke nû di dîroka vî şerî de vekin û vê carê serkeftinê mîsoger bikin.

Her çi qasî hêviyên xwe bispêrin dan û standinên li Qahîreyê û hewldanên din, dîsa jî çareseriyên bingehîn ji vê pirsgirêkê bi aktîfkirina desthilata heyî ya Filistînê û dûrketina ji her tiştê ku şer gurtir dike, pêkan e.

Çi qasî piştgirî li ser dan û standinên Qahîreyê yan jî ji bilî wê bin, çareseriyên bingehîn ji vê pirsgirêkê re di aktîfkirina desthilata Filistînê ya niha, pêkanîna rêveçûn û hewldanên çareseriyên nû, dûrketina ji çi aloziyê heye.

Li kêleka wê jî divê serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu dest ji nêzîkatiyên xwe yên heyî ku gelê Filistînê û doza wê ya adilane nas nake berde. Di heman demê de divê Hemas jî dest ji nêzîkatiya xwe ya wêranker ku bandoreke neyînî li doza Filistînê kir, berde. Aşkera ye ku eleqeyê hêzên derve bi gelê Filistînê re nîn e. Dîsa jî aliyên îdiaya piştevaniya gelê Filistînê dikin, ji bo piştevaniya xelkê Xezayê tu gav neavêtine. Bêyî van xalan dê şer dewam bike, dê windahî û êş zêdetir bibe.

(fr)