PYD`ê rewşa siyasî ji xelkê Tirbespiyê re şîrove kir
Rêxistina PYD’ê ya bajarê Tirbespiyê bi civînekê rewşa siyasî ji şêniyên bajar re şîrove kir.
Civîn bi beşdarbûna şêniyên navçeyê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî li hola Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a li Tirbespiyê hate lidarxistin.
Rêveberê rêxistina PYD’ê ya Tirbespiyê Serhed Xelef der barê geşedanên siyasî de nirxandin kir. Xelef, şerê li Xezayê, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser herêmê, aloziyên herêmî û navneteweyî jî di nav de gelek bûyerên siyasî yên li cîhan rû didin û bandora wan li Sûriyeyê şîrove kir.
Serhed destnîşan kir ku tevî zehmetiyan jî şêniyên herêmê fedakariyên mezin dan û dawiyê helbet dê vîna gel bi serkeve.
Serhed Xelef di nirxandinên xwe de bal kişand ser fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û got: "Rêbertî her tim dibêje, vîna gelan nayê şikandin. Gelê bi rêxistinkirî dikare xwe û civakê xwe bigihere û jiyaneke azad û bi rûmet bi dest bixe."
Xelef di dawiyê de got: "Em bi vîna gelê xwe re ne. Em ê civakeke demokratîk û azad bi dest bixin."
Civîn bi pirs û bersvan bi dawî bû.
(şx)
ANHA