Şêniyên Eyn Îsayê banga mezinkirina têkoşînê kir

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî şermezar kir û diyar kir ku tenê bi mezinkirina têkoşînê û berxwedanê dê azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.

 Şêniyên Eyn Îsayê banga mezinkirina têkoşînê kir
8 gulan, 2024   14:08
EYN ÎSA

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî bi daxuyaniyekê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin.

Hevserokê Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Eyn Îsayê Sabrî Nebo daxuyanî li pêş navenda partiyê xwend.

Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û cezayên dîsîplînê yên dermirovî li dijî wî hatine birîn û êrişên li dijî herêmê û Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li gelê herêmê hate kirin ku xwe li gorî ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi çek bikin, ji ber ku rêya xilasiya ji zilmê û hegemonyaya dewletên cîhanê ye.

Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya hêzên navneteweyî û rêxistinên navneteweyî û hiqûqî li hember sûcên li dijî Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî, hate şermezarkirin û bang li wan hatine kirin ku qanûna navneteweyî û mafên mirovan ên ku dewleta Tirk binpê dike, bînin cih.

Di dawiyê de teqezî bi mezinkirina têkoşîn û berxwedanê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

(şx)

ANHA