Heftename: Têkiliyên Tehran û Şamê aloz bûne 

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên hefteya borî de bandora şerê li Xezayê li têkiliyên Tehran û hikumeta Şamê û êrişên Îsraîlê yên li ser Refehê nirxandin.

Heftename: Têkiliyên Tehran û Şamê aloz bûne 
12 gulan, 2024   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî têkiliyên Îran û hikumeta Şamê, rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Şerê Xeza bandor li têkiliyên Îran û Sûriyeyê kir" weşand.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Tehran plana vekişandina endamên xwe yên Pasdar û veguhestina biryargehên xwe yên li gundewarê Şamê ber bi herêmên nêzî Lubnanê ve daniye. Hate bi bîrxistin ku ev plan piştî kuştina gelek fermandarên wê di êrişa Îsraîlê de hate dayîn.

Di nûçeyê de hat destnîşankirin ku  şerê li Xezayê bandor li têkiliyên Şam û Îranê kiriye û hat gotin "Piştî ku Şam helwesteke bê alî li hemberî Tehranê girt, têkiliyên her du welatan paş ketin. Di vê çarçoveyê de dûrbûnek di navbera saziyên serokatiyê yên her du welatan de çêbû."

Her wiha hate gotin, gumanên Tehranê hene ku destê saziyên ewlehiyê yên Şamê di belavkirina agahiyên li ser tevgera efserên Tehranê de hene, di heman demê de Tehran bi fikar e ku Şam têkiliyên xwe bi rojava re normalize bike.

Rojnameya El Ereb El Londoniye li ser lihevkirina agirbestê ya di navbera Hemas û Îsraîlê de nûçeyek bi sernavê "Gelo Hemas di qebûlkirina agirbestê de dereng ma?" weşand. Hate diyarkirin ku

piştî artêşa Îsraîlê kete bajarê Refehê û eniya Fîladîlfiya (Selahûdîn) kontrol kir, xuya ye şansên pêkhatina agirbestê kêm bûn ku dewletên navbeynkar wek Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Misir û Qeterê dixwazin bi ser bixin.

Rojnameyê cih da şîroveyên hin analîzvanan ku Hemasê dereng bersiv daye bangên wezîrê karên derve yê DYA’yê Antony Blinken ku bang li tevgerê kir lihevkirinê qebûl bike.

Li gorî rojnameya Wall Street Journal a amerîkî " Îsraîlê hefteyek muhlet daye Hemasê ji bo ku lihevkirina guhertina dlîgirtiyan û agirbestê qebûl bike, yan jî dê êrişî Refehê bike .Analîzvanan jî îşaret pê kir ku Hemas bi awayekî cidî nêzî hişyariyên DYA û Îsraîlê nebû û wek “fişarên derûnî” bi nav kir, da ku tawîzan bide.

‘JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ TOREKE NÛ YA DIYALOGAN LI QAHÎREYÊ’

Rojnameya El Beyan cih da hewldanên çareserkirina aloziya Lîbyayê. Hate gotin, serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El Minfî, serokên palamento Eqîla Salih û Mihemed Tikale amade ne careke din li navenda Komkara Erebî dest bi dan û standinan bikin.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên lîbyayî Rîbad (paytexta Mexribê) amade ye Salih Eqîle û Mihemed Tikale pêşwazî bike û wan bîne cem hev, da ku nêrînên her du meclisan der barê pêşniyara avakirina hikumetekê û çareserkirina aloziya erkên siyasî de, nêzî hev bibin.

Rojnameyê cih da şîroveyên çavdêran ku di wê civînê de dê lihevhatin, yekkirina saziyên dewletê û şert û mercên lidarxistina hilbijartinan û avakirina hikumetê, bên nîqaşkirin.