Duh li ser malpera fermî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) hate ragihandin ku li Moskov û Washingtonê 2 civîn li dar xistine.
Têkildarî hevdîtina yekemîn wiha hate daxuyandin: "Bi vexwendina fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, şandeyeke MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya Îlham Ehmed, hevdîtin bi nûnerên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi serkêşiya Mikhail Bogdanov re, çêkir.”
Her wiha hate diyarkirin ku hevdîtin erênî bû û teqezî li ser çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê li gorî biryara 2254`an hate kirin û îşaret bi girîngiya beşdarbûna MSD`ê di çareseriya siyasî de hate kirin, her wiha binpêkirina serdestiya Sûriyê bi destê dewleta Tirk, hate nîqaşkirin.
Her wiha malperê ragihand ku hevdîtinek di navbera şandeya MSD`ê bi serkêşiya Îlham Ehmed û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de di îlona 2020`an de pêk hatibû.
‘KOŞKA SPÎ TEQEZÎ LI SER DESTEKA JI MSD Û QSD`Ê RE KIR`
Têkildarî hevdîtina li Washingtonê jî ev agahî hatin parvekirin: "Berpirsên Koşka Spî ji şandeya MSD`ê re teqezî li sozdariya rêveberiya serok Joe Biden bi hevalbendiya bi QSD`ê re û mayîna hêzên welatê wî li herêmê kir, heta ku DAIŞ û şaneyên wê bi temamî bi dawî bibin û dê destekê bidin aramiya li herêmê.”
Li gorî malperê hevdîtin roja înê li Koşka Spî li dar ketiye û şandeya MSD`ê bi nûnerên payebilind ên rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re li Koşka Spî hatine cem hev. Di hevdîtinê de piştgiriya DYA’yê ya ji bo MSD û QSD`ê hat piştrastkirin.
HEVDÎTINÊN BI ENDAMÊN PAYEBILIND ÊN KONGREYÊ RE
Her wiha hevdîtin bi endamên payebilind ên Kongreya Amerîkayê re hatin kirin. Li gorî malperê hevdîtin erênî derbas bûne û tê de desteka Washingtonê ya ji MSD`ê re hat teqezkirin û îşaret bi girîngiya xebatên QSD`ê di şerê li dijî terorê de hat kirin û her wiha hate piştrastkirin ku hevalbendiya wan dê dewam bike.
Şandeyeke MSD`ê ya bi serkêşiya Îlham Ehmed hefteya borî gihaştibû Washingtonê.
(bx)
ANHA