Filma ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje hêjayî Xelatê hate dîtin

Di 6’emîn Festîvala Filman a Navnetewî ya Silêmaniyê de, filma “Jin Jiyan Azadî” hêjayî Xelata Baştirîn Belgefîlm hat dîtin. Fîlm, jiyana gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje ku behsa çîroka têkoşîn, berxwedan û jiyana gerîlayên jin dike.

Filma ‘Jin Jiyan Azadî’ çîroka gerîlayên jin li çiyayên Kurdistanê vedibêje hêjayî Xelatê hate dîtin
16 îlon, 2026   23:33
NAVENDA NÛÇEYAN 

Xelata Baştirîn Belgefîlmê, di 6’emîn Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê de ji filmê “Jin Jİyan Azadî” re hat dayîn. Fîlm ji hêla Soran Îbrahîmî ve hatiye çêkirin, karakterên di fîlm de karakterên rastînin ku ne leyîstikvanên fîlmanin.

Çîroka vî fîlmî di nav çend rojan de hatiye tomarkirin jiyana rojane ya gerîlayên jin nîşan dide. Her wiha têkoşîna siyasî û leşkerî ya gerîlayên jin, hevaltî, bi hev re jiyan û jiyana hevpar jî nîşan dide. Beşek girîng yê vê çîrokê, derfetê dide temaşevanan ku gerîlayên jin û şêwazên jiyana wan ji nêz ve nas bikin.

Her wiha fîlm hewldaneke ji bo nîşandana têkoşîn û jiyana jinên Kurd li çiyayên Rojhilatê Kurdistanê. Têkoşînek ku beşek ji dîroka dirêj ya berxwedana jinane û di rastiyê de dikare wekî berdewamî û temamkerê tevgera “Jin Jiyan Azadî” were dîtin.

Di nav van gerîlayan de jinên ku bi dehan salan di nav têkoşîna siyasî û leşkerî de ne û hinek ji wan bi awayekî çalak beşdarî şorea “Jin Jiyan Azadî” yên li Rojhilatê Kurdistanê bûne.

Nîşadana vê fîlmê di salvegera çaremîn a şehadeta Jîna Emînî û salvegera destpêkirina şoreşa “Jin Jiyan Azadî” de xwedî wateyek taybete. Ji ber ku fîlm rasterast çîrokên jinên ku têkoşîn û berxwedana wan beşek ji dîroka bi navê “Jin Jiyan Azadî” ye pêşkêş dike.