‘Qanûna Çarçoveyê’ çawa dikare pêk were? - FUAT ALÎ RIZA 

‘Qanûna Çarçoveyê’ çawa dikare pêk were? - FUAT ALÎ RIZA 
7 îlon, 2026   11:39

Beriya her tiştî divê qanûn berfireh be û di serî de Rêber Abdullah Ocalan hemû PKK’iyan û girêdanên wê bigire nava xwe. Heta ku Rêber Abdullah Ocalan negihije şert û mercên xebat û jiyana azad, bicihanîna qanûnê ne pêkan e.

Qanûna Çarçoveyê ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” 10’ê Tebaxê bi dengên rekor di Meclîsê re derbas bû, nêzî mehek li ser derbas bû. Di nava wextê borî de li ser qanûna navborî gelek nîqaş hatin kirin û ev nîqaş dewam dikin.

Hema bêja her kes behsa girîngiya dîrokî ya qanûnê û bêyî dereng bicihanîna wê dike, lê belê weke gaveke nû ya di vî alî de hatî avêtin nayê dîtin. Gava herî cidî ya li ser vê esasê hatî avêtin, civîna roja 24’ê Tebaxê ya ‘Desteya Şopandin û Nirxandinê’ bû. Piştî civîna navborî biryar hate dayîn ku 4 komîsyonên jêrîn bên avakirin. Têkildarî ka ev komîsyon wê ji kî û çawa pêk were û wezîfeyên çawa bimeşîne, agahiyeke şênber nîne. Mîna ku careke din kete nava bendê mayînê. Her kes diaxive, lê gava pratîk a nû nayê dîtin.

Bi taybetî derdorên desthilatdariyê, mîna ku wezîfeya xwe bi cih anîne, hewl didin helwest û feraseta xwe ya ‘top li aliyê Kurdan e û PKK divê gav bavêje’ belav bikin. Di raya giştî de hewayê “Rêxistin divê bêyî dereng çekan berde” belav dikin. Di serî de Serokkomar hemû berdevkên AKP’ê di nava hewldaneke wiha de ne. Diyar dikin ku “Ji ber ku ji provokasyonê re vekirî ye divê zêde neyê dirêjkirin.” Lê wan qanûn derxist, divê ew bixin meriyetê. Divê ji bo bicihanîna qanûna navborî sazî û desteyên pêwîst ava bikin û bidin xebitandin. Dema qanûn derket, çûn pêşiya çapemeniyê û ji raya giştî re ragihandin ku “Piştî qanûna navborî derket wê deriyên Îmraliyê bên vekirin, di serî de çapemenî derdorên cuda bi hêsanî wê biçin Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinan bikin.” Di vî alî de ti gaveke pratîk jî nayê dîtin; ti derdoreke ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye û nêrîn ragihandiye, nîne.

Gelo ev rewş wê heta kengê wisa be? Heta ku gavên pratîk ên pêwîst û soz hatine dayîn neyên avêtin, kî wê ji gotinan û daxuyaniyên “Pêvajo dimeşe û di vê yekê de biryardarî heye” bawer bike?

Wisa tê fêmkirin ku du sedemên esas ên vê rewşê hene:

* Desthilatdariya AKP’ê her çendî ku li pêşiya raya giştî peyamên erênî bide jî, naxwaze destûr û derfetê xebata aktîf a siyasî bide Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan; hetta di asteke girîng de ji vê yekê ditirse.

* ‘Qanûna Çarçoveyê’ ya ku şeva 10’ê Tebaxê li Meclîsê bi dengên rekor derbas bû, bi halê heyî nayê bicihanîn. Yanî ji aliyê teknîka qanûnê ve, ne qanûneke ku pir baş hatî amadekirin e. Ji bo bicihanîna wê pêdivî bi nêzîkatiyên nû yên siyasî û hiqûqî heye ku, desthilatdariya AKP’ê jî van bi cih nayîne.

Eger qanûna navborî bi rewşa heyî re bimîne, di pratîkê de pêk nayê, ji ber ku beriya her tiştî “teyît û tespîta” pêşbînî dike, nayê kirin. Ji bo qanûna navborî bikeve meriyetê, tê pêşbînîkirin ku “Hemû PKK’î û girêdanên wê çekan berdin, ev rewş ji aliyê MÎT û Artêşê ve were teyît û tespîtkirin, ev jî ji aliyê MKG’ê ve were erêkirin.” Pir eşkere ye ku ev pêşbînî di pratîkê nayê bicihanîn, ji ber ku hêzên çekdar ên PKK û girêdanên wê hene ku belavî her aliyê bûne û çek bi van hemûyan dayîna berdan, wisa karekî hêsan nîne. Hîn wêdetir, mesele yek ji nava wan çeka xwe neberde qanûn nayê bicihanîn. Sermeselê em bibêjin, yek ji wan nexwest dest ji çekê berde yan jî komek li ber danîna çekan rabû. Wê demê ji bo yên din jî kiryarek nikare bê kirin ku bicihanîna qanûneke bi vî rengî pêkan nabe.

Li aliyê din, di serî de Rêber Abdullah Ocalan rêveberên PKK’ê yên ku dewlet pê re hevdîtinê dike, di çarçoveya qanûna navborî de nînin. Yanî kesên ne di çarçoveya qanûna navborî de, ji bo qanûn ji yên din re were bicihanîn hevdîtinan dikin û biryaran didin. Xebitîna mekanîzmaya biryareke wiha û encam dayîna wê, pêkan nabe.

Her wiha di rojên dawî de pir tê nîqaşkirin ka “Rêveberiya rêxistinê bi Rêber Apo re hevdîtinê dike yan na” û hevdîtineke wiha hema bêje mîna sûcekî herî giran tê nîşandan. Yanî Rêber Abdullah Ocalan qet bi rêveberiya PKK’ê re hevdîtinê neke, rast tê qebûlkirin. Bê guman mirov ji vê jî şaş dimîne. Rêber Abdullah Ocalan eger bi rêveberiya PKK’ê re hevdîtinê neke, wê çawa biryarên hevpar bide? Em rêveberiyê jî li aliyekê bihêlin, eger Rêber Apo bi hemû PKK’iyan re hevdîtinê neke û nîqaş neke, wê çawa wan îkna bike? Pir eşkere ye ku bi vê mantiqê ti tişt nayê bidestxistin? Qanûna navborî û bi nêzîkatiya bi vê tarzê ya ji bo bicihanîna wê, gaveke pratîk a biçûk jî nikare were avêtin.

Başe, ji ber ku rewşa heyî ev e, qanûna navborî qet nayê bicihanîn? Helbet dikare were bicihanîn, lê belê ev bi feraset û nêzîkatiyên me li jor diyar kirî nabe. Ji bo bicihanîna ‘Qanûna Çarçoveyê’, divê nêzîkatiyê nû bên raberkirin, qanûnên nû bên derxistin û qada siyasetê were berfirehkirin. Divê were qebûlkirin ku gelê Kurd bi hebûn û nasnameya xwe bikare siyasetê bike. Di heman demê de weke pêdiviyeke stratejiya entegrasyona demokratîk, divê veguherîna li gorî siyaseta demokratîk a rêxistiniya Kurd jî were qebûlkirin.

* Ji bo bicihanîna qanûnê beriya her tiştî divê qanûn berfireh be û di serî de Rêber Abdullah Ocalan hemû PKK’iyan û girêdanên wê bigire nava xwe. Nêzîkatiyên rêxistinê ji nav de parçe dike û kategorîze dike, di pratîkê de derfetê bicihanînê nabîne.

* Divê her kesê ku çeka xwe berde û were Tirkiyeyê qebûl bike û bicihanînê ji vir bide destpêkirin. Yan nêzîkatiya “Piştî teyît û tespîtkirina danîna çekan a hemû PKK’iyan û girêdanên wê, destpêkirina bicihanînê” pêk nayê. Çima? Ji ber ku mesele dibe kesek yan jî komek vê yekê qebûl neke, li gorî vê nêzîkatiyê di vê rewşê de û heta teyît û tespîtkirina berdana çekan a hemû PKK’iyan, ti gavên pratîk nayên avêtin. Yanî mesele eger kesek yan jî komek li ser esasê qanûnê bixwaze çek berde, wê ji wan re wiha were gotin, “Hûn bisekinin, bila her kes çeka xwe berde, teyît û tespîta vê rewşê were kirin, ew jî ji aliyê MKG’ê ve were erêkirin û piştre em ê bikin ku hûn ji qanûnê sûd werbigirin.” Lê belê diyar e ku ev yek jî tişteke nayê bicihanîn e. Wê demê feraseta têkildarî “hemû çek bên berdan û teyît û tespîta vê yekê kirin” ji bo bicihanîna qanûnê şaş e. Divê ev were sererastkirin û qanûna navborî veguhere rewşeke welê ku ji bo her kesê ku bixwaze were bicihanîn.

* Divê nêzîkatiya şaş û ecêb a bi rengê “Rêber Abdullah Ocalan û rêxistin divê hevdîtinê neke” were derbaskirin, Rêber Apo bikare bi her PKK’iyekî bixwaze re hevdîtinê bike. Divê baş were zanîn ku li vê esasê rêxistin wê îkna bibe û qanûna navborî jî were bicihanîn. Li aliyê dewletê kesên bi rastî jî bixwazin qanûna navborî bi cih bînin, divê têkildarî vê yekê astengiyan dernexin, berevajî divê hemû PKK’iyan teşwîqî hevdîtina bi Rêber Apo re bike û ji vê yekê re bibe alîkar.

* Li ser esasê hemû bên xistina nava çarçoveyê, ya herî girîng jî divê Rêber Abdullah Ocalan bigihije şert û mercên xebat û jiyana azad. Hingî Rêber Abdullah Ocalan di şert û mercên heyî de bimîne û nekare siyaseta azad bike, nekare rêxistinê ava bike, veguherîna rêxistinî ya Tevgera Azadiyê ya Kurd û bicihanîna qanûna navborî ne pêkan e. PKK û gelê Kurd ev rewş ji destpêkê ve diyar kiriye û bi hezaran car ji raya giştî re eşkere kiriye. Kongreya 12’an a PKK’ê jî di vê çarçoveyê de biryarên xwe daye. Ji bo Kurdan ev rewş, nebe nabe ye.

Wê demê eger dewlet û aliyê desthilatdariyê jî bi rastî dixwaze Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bikeve û bicihanîna ‘Qanûna Çarçoveyê’ esas digire, wê demê divê vê helwesta aliyê Kurd bibîne û li gorî wê nêz bibe. ‘Qanûna Çarçoveyê’ encex li ser vê esasê dikare were bicihanîn.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka