Li Kobanê çi diqewime?

Li Kobanê duh ji ber derketina xwepêşandanên girseyî yên piştî şehîdxistina Sîpan Hiznî û girtina hejmareke ciwanan, rageşî derket. Piştre di hundirê zindana bajêr de ji ber daxwaza veguhastina girtiyan ji bo zindanên Helebê alozî çêbû û di encamê de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da û 17 jî birîndar bûn.

Li Kobanê çi diqewime?
Li Kobanê çi diqewime?
Li Kobanê çi diqewime?
Li Kobanê çi diqewime?
12 îlon, 2026   11:53
KOBANÊ

Duh (11 Îlon) ji ber revandina şervanê Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Samî Hiso (Sîpan Hiznî) ê ji parêzgeha Hesekê û şehîdxistina wî, li bajarê Kobanê xwepêşandanên girseyî derketin.

Di dema xwepêşandanê de rageşî derket. Ji ber hewldana Hêzên Ewlehiya Giştî ya destwerdanê û jihevqetandina xwepêşandanê, li herêmê ji bo sekinandina xwepêşandê kevir hatin bikaranîn û gulebaran çêbû. Wê hêzê hejmareke ciwan girtin û ew sewqî zindanê kirin.

Piştre di hundirê zindana Kobanê de ji ber hin agahiyên ku dibêjin dê girtiyan sewqî zindanên bajarê Helebê bikin, rageşî zêdetir bû û alozî di hundirê zindanê de derket û di hin beşên zindanê de şewat derket.

Li gorî agahiyên berdest, di encama şewatê û rageşiya di zindanê de 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da û 17 girtiyên din birîndar bûn, rewşa hin birîndaran jî giran e.

Niha li Kobanê aramî heye û bendewarî heye ku aliyên peywendîdar têkildarî bûyerên li bajêr û di zindanê de, daxuyaniyekê bidin.

(sb)

ANHA