Mazlûm Ebdî li Kobanê bi karmendên tenduristiyê re civiya

Mazlûm Ebdî îro li Kobanê bi bijîşk û berpirsên sektora tenduristiyê re civiya û rewşa xizmetên tenduristiyê û pirsgirêkên ku ew pê re rû bi rû dimînin, gotûbêj kirin.

Mazlûm Ebdî li Kobanê bi karmendên tenduristiyê re civiya
15 îlon, 2026   11:20
KOBANÊ

Şêwirmendê serokkomariyê Mazlûm Ebdî îro li Kobanê bi bijîşk û berpirsên sektora tenduristiyê re civiya û rewşa sektora tenduristiyê ya li bajêr û pirsgirêkên heyî gotûbêj kirin.

Di civînê de mijara birêkûpêkkirina rewşa qanûnî û pîşeyî ya bijîşkan, bi taybet ên ku xwediyên bawernameyên Zanîngeha Rojava ne û rêbazên entegrekirina wan di nav saziyên tenduristiyê yên dewletê de hat gotûbêjkirin.

Di civînê de her wiha pirsgirêk û kêmasiyên ku li nexweşxaneyên Kobanê hene, bi taybetî kêmbûna alavên bijîşkî û karmendên pispor, hatin gotûbêjkirin.

Di civînê de, rewşa tenduristiyê ya giştî ya li Kobanê hate nirxandin, daxwazên karmendên tenduristiyê hatin guhdarîkirin û bal kişandin ser girîngiya dîtina çareseriyên lezgîn ji bo baştirkirina xizmetên tenduristiyê li herêmê.

(k)

ANHA