PAJK yek ji fermandarên gerîla şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî

PAJK`ê fermandar Dîlan Şirnex bi bîr anî û bi daxuyaniyekê got “32 salan bi fedakarî û kedeke mezin têkoşîna azadiyê meşand û şehîd bû”

PAJK yek ji fermandarên gerîla şehîd Dîlan Şirnex bi bîr anî
20 îlon, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) daxuyaniyek weşand “Ji fermandarên pêşeng ên artêşbûna jinê" Dîlan Şirnex bi bîr anî û sersaxî ji malbata wê re xwest. PAJK'ê ragihand ku Dîlan Şirnex ji ber nexweşiya kanserê di 17'ê Îlonê (2026) dema ku dihate dermankirin tevlî karwanê şehîdan bû.

Di daxuyaniyê wiha hat gotin "Di têkoşîna hebûnê ya gel û jinên Kurd de şehîdên me yên leheng bi sekna xwe ya jiyana azad û têkoşîna xwe şopeke jênaçe li hişê dîrokî hiştin.

Ewladên leheng ên Kurdistanê li ber polîtîkayên qirker, asîmîlasyonîst û înkarê rabûn û tevlî nava refên tevgera azadiyê bûn. Baweriya xwe bi wê yekê anîn ku rêya jiyaneke bi rûmet û durust bi têkoşîna li nava refên gerîla dibe û meşa xwe ya azadiyê dewam kirin.

Jinên Kurd her ku bi pêkanîn û kiryarên sîstema bi serweriya mêr û mêtingeriyê hesiyan ber bi refan ve herikîn. Bi ruhê azadiyê yê Rêber Apo xwe zane kirin û bûn xwedî meşeke xurt. Rêber Apo di lêgerîna her jineke dilxwazê azadî û wekheviyê de bû ronahî û hêvî.

Jinên Botanê weke hemû jinên Kurd bi wêrekî, ked, fedakarî û welatparêziyeke kûr berê xwe dan refên azadiyê. Botan warê dîrokî yê berxwedan û welatparêziyê ye. Têkoşîn, berxwedan û welatparêziya jinên Botanî yên tevlî nava refên azadiyê bûn, li tevahiya Kurdistanê di jinûve geşbûna nasnameya neteweyî û pêkhatina serhildanan de bi rola pêşengiyê rabûn.

Lewma di zindîmayina rehê berxwedan û azadiyê yê Kurdistanê de têkoşîna jinên Botanî diyarker e.

Hevrêya me Dîlan Şirnex ku bi cewherê berxwedêr ê Botanê re bû yek û jiyana xwe da têkoşîna azadiyê, 32 salan bi ked û fedakariyeke mezin têkoşîna azadiyê meşand û şehîd bû. Em jî weke hevrêyên ji fermandarên pêşeng ên artêşbûna me ya jinê hevrê Dîlan, di serî de ji malbata wê ya hêja, ji tevahiya gelê me û ji gelê Botanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soza xwe nû dikin ku armanca xwe ya xwegihandin li Rêber Apo bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Dîlan Şirnex a şehîd bûye bi vî rengî ne:

 ******

Nasnav: Dîlan Şirnex

Nav paşnav: Rabia Barinç

Dem û cihê jidayikbûnê: 1977 / Şirnex

Dayik-Bav: Zelîha-Abdurrahman

Dem û cihê tevlîbûnê: 1994 / Zaxo

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Îlona 2026”