Rêber Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Li gor agahiyên ji çavkaniyên pêbawer ên DEM Partiyê hatine girtin Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî bûyerên li Rojava wek provakasyon nirxandiye û aniye ziman ku divê sabotaja li dijî zemîna dîaloge, demildest bê rawestandin.

Rêber Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin
16 îlon, 2026   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî di 13’ê Îlonê de bi şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û parêzer Faîk Ozgur Erol pêk tê re li Girava Îmraliyê hevdîtinek kir. Li gorî nûçeya Ajansa Welat (AW) Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî ya bi şandeyê re li ser bûyera li Rojava, nîqaşa li ser Elewiyan û darvekirinên li Îranê û zextên rejîmê li ser Kurdan nirxandinên berfireh kiriye.

‘DIVÊ PROVAKASYONA LI ROJAVA DEMILDEST BÊ RAWESTANDIN’

Hat destnîşan kirin ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser qetilkirina Şervanê Tugaya Hesekê Sîpan Hiznî û bûyerên li Rojava qewimîne jî nirxandin kiriye. Hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan geşedanên li Rojava diqewimin wek provakasyon bi nav kiriye û wiha gotiye: “Hûn ê ciwanekî bi awayekî hovanê qetil bikin û piştrê jî bikin hincet ku bikevin bajêr. Ew provakasyonek e. Divê ev sabotaja li dijî zemîna dîaloge, demildest bê rawestandin.”

NIRXANDINÊN LI SER NÎQAŞÊN ELEWIYAN

Çavkaniyên pêbawer ên di nava pêvajoyê de ne, diyar kirin ku Rêberê Gelê Kurd li ser fikarên Elewiyan ên ji ber nîqaşên têkildarî mijara Îdrîs-Î Bîtlîsî tên domandin jî rawestiyaye. Li gor agahiyên Abdullah Ocalan di hevdîtinê de derbarê mijarê de ev nirxandin kirine: “Bi bîrxistina tîfaqa Îdrîs-î Bîtlîsî bi mîrên Sunnî re ne wateya bi hemû kêmasiyan ve tîfaqê zindî bikin. Berovajî vê yekê tîfaqa ku ji berê li gor berjewendiyên mîr û serdestan ava bûye îro li gor berjewendiyên gelan û baweriyan ji nû ve bikin. Helbet divê em fikarên Elewiyan ku ji ber bîra dîrokî cîddî bigirin. Di vir de armanc ne ew e ku Elewiyan di nava Sunniyan de bihêlînin, Kurd û Elewiyan bi nasname û taybetmendiyên wan ve bikin kirdeya avakar a vê tîfaqa demokratîk. Ya ku em qal dikin ne tîfaqa mîran e lê ya gelan e. Armanc ne tîfaqa serdestan e lê ya wekhevî û azadiyê ye. Ronesansa Elewiyan jî yek jî sutana bingehîn a vê paşeroja hevpar û demokratîk e.”

ABDULLAH OCALAN JI ÎRANÊ RE: ÊRIŞ Û DARVEKIRINAN RAWESTÎNIN

Her wiha çavkaniyên pêbawer da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser Îranê jî rawestiya û ew nirxandin kirine: “Stratejiya PJAKê rast e. Stratejiya beyî bikevin bandora tu aliyan, gel biparêzin di cih de ye. Divê Îran darvekirinan rawestinê û dest ji êrişên li ser herêmên Kurdan berde. Heke vê yekê nêkin, mafê parastina reva ya gelê Kurd heye. Divê Tirkiyeyê jî di vir de roleke erênî bilîze.”

JI BO MEHDÎ ZANA SERSAXÎ XWEST

Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser wefata siyasetmedarê Kurd Mehdî Zana ku di 29ê Tebaxê de ji ber nexweşiya KOAHê jiyana xwe ji dest da jî ji Leyla Zana û malbatê re sersaxî xwestiye û gotiyê Mehdî Zana ji bo gel, di Rêveberiyên Herêmî de bibe îrade, xwedî hewldanan bû û xemgîniya xwe aniye ziman.