HPG'ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî

HPG'ê Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî ku sala 2024'an li Şengalê şehîd bû û got, "Têkoşîna azadiyê ya bêhempa ya 31 salan di asta herî bilind de bi fedaîtî bi şehadetê temam kir û li nava lehengên me yên nemir cihê xwe yê bi rûmet girt."

HPG'ê fermandar Bêrîtan Çelê bi hurmet bi bîr anî
21 îlon, 2026   13:13
NANENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlaya şehîd bû daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Meşeke şoreşê ya bênavber a 31 salan ku bi hryeta çiyê, bi eşqa bêeman a dîrokê û îradeya qewîn a felsefeya Apoyî afirî... Hevrê Bêrîtan Çelê temenî li ser şopa heqîqetê, fermandareke pêşeng a artêşbûna jinê, zanyareke ku bi kûrahiya xwe ya entelektuel rê da şoreşê, milîtaneke fedaî ya Apoyî ku evîndara azadiyê ya gelê xwe bû. Hevrêya me Bêrîtan meşa xwe ya şoreşê bi dilnizmiyeke mezin, bi zanyariyeke kûr û biryardariyeke qewîn meşand û di 29'ê Sibata 2024'an de li qada Şengalê, dema ku bi rê ketibû ku serdana malbatên şehîdan ê gelê me yê Êzidî bike ku di fermanê de derbas bû û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî yên pîroz bi cih bîne, di êrişeke hewayî ya dijmin ê dagirker de şehîd bû.

Ew qîrîneke azadiyê bû ku ku li serê çiyayên asê yê Kurdistanê deng veda, bîrdariyeke şoreşê bû ku di şexsê xwe de çalakî û felsefe heland, parêzvaneke serketî ya wêrekî û zanyarek bû. 31 salan her kêliya nefesa xwe diyarî azadiya gelê xwe kir, bi pênûs û çeka xwe şopên kûr li dîroka şoreşa Kurdistanê danî. Hevrê Bêrîtan ruhê berxwedanê yê esîl ê jinên Kurd, sekna fedaî û nasnameya entelektuel gihand asta herî bilind û tevlî karwanê nemiran bû.

Em soz didin ku ala têkoşînê ya şehîdên xwe bilind bikin, bîranînên wan di meşa xwe ya Rêbertiyê Azad û Kurdistana Azad de dewam bikin û li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya xwe Bêrîtan Çelê û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Hevrêya me Bêrîtan li navçeya Çelê ya Colemêrgê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku têgihiştina xwe ya Kurdîtiyê xurt û dilsozê nirxên kûr ên civakî bû. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet, zext û asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a mêtinger li cografya Botan û Colemêrgê meşand, malbata ku hevrê Bêrîtan lê mezin bû weke kelehekê bû ku têkiliyên welatparêziyê, ziman û çanda xwe diparast. Hevrêya me li dibistanên sîstema serwer perwerdeya lîseyê bi serketî temam kir û bi pîşeyê mamostetiyê bi berpirsyariya civakî rabû, xwe gihand mejiyên ciwan û wesfa perwerde û hînkirinê hîn di temenê ciwantiyê de bi dest xist. Lê belê ya ku ew lê digeriya jiyaneke li nava sînorên teng ên sîstemê nebû; têkoşîna azadiyê û hebûna gelê Kurd bû ku tine dihate hesibandin, nasname û zimanê wê hatibû qedexekirin.

Hevrêya me Bêrîtan têkoşîna me ya zadiyê di salên avabûnê yên PKK'ê de nas kir, bi taybetî di sala 1983'an de tevlîbûna li nava refên gerîla ya ji derdora xwe ya nêz û civakî, bandoreke mezin lê kir. Bi gurmîniya bêhempa ya Pêngava 15'ê Tbaxa 1984'an re meşaleya gerîla ya ku bi pêşengiya fermandarê me yê efsanewî Egîd-Mahsûm Korkmaz hate pêxistin, li tevahiya Bakurê Kurdistanê pêl bi pêl belav bû. Ruhê vejînê yê ku têkoşîna gerîla da gel û îradeya hebûnê ji bo hevrê Bêrîtan bû sedem ku çiyê weke navnîşana yekane ya azadiyê û paşeroja bi rûmet bibîne. Di destpêka salên 1990'î de şehadetên gerîla yên li pey hev ên li qada Çelê, sekna milîtanî ya gerîlayên fedaî yên dîl ketin destê dijmin ên li êşkencexaneyan û li dadgehan, helwesta wan a dîrokî ya serî li ber dijmin natewîne, weke ku li nava tevahiya gelê herêmê dengf veda, di dil û mejiyê hevrê Bêrîtan de jî bandoreke mezin kir. Her wiha di vê demê de polîtîkayên şerê taybet, kuştinên kiryar nediyar û zextên ku dijmin li hemberî pêngavên rêxistinbûna gelê me ya bi serhildanan û civakîkirina têkoşînê ya bi komîteyên xwe hate kirin, hêrsa di dilê wê de mezin kir û biryardariya wê ya ji bo tevlîbûnê xurt kir.

Piştî ku milîtanê pêşeng hevrê Şehîd Sadî di sala 1993'an de li qada Çelê diema karê şoreşgerî dikir ji aliyê dijmin ve bi hovane hate şehîdxistin, ev yek ji bo hevrêya me Bêrîtan û ciwanên welatparêz ên ji Çelê bû xaleke dîrokî. Bi têgihiştin û baweriya ku bersiva herî bi wate ya ji bo şehadetê mezinkirina têkoşînê û herikîna nava refên gerîla ye, bi koma 25 ciwanên leheng biryar da ku beşdarî nava refên gerîla bibe. Weke yek ji pêşengên vê koma beşdar a fedaî û girseyî, di sala 1993'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û bersiva herî radîkal da dijminê mêtinger. Hevrê Bêrîtan bi vê tevlîbûnê re ku li herêmê gelekî deng veda, ji bo bi nasnameya xwe ya şervanê azadiyê wezîfeya şoreşgeriyê pêk bîne gava destpêkê ya meşa bi heybet a ber bi çiyayên Kurdistanê ve avêt.

Hevrê Bêrîtan li qada Avaşînê beşdarî perwerdeya destpêkê ya gerîlatiyê bû û piştî perwerdeya şervanên nû ya ji 25 rojan yekser berê xwe da qada herî dijwar Zagrosan. Di dilê wê de daxwaz û hêviya dîtina Rêbertî, çûyîna Qada Rêbertî û perwerdeya li qada Wî her tim gelekî xurt bû. Lê belê mercên giran ên şer, êrişên dijmin û pêwîstiyên lezgîn ên li qada pratîkî derfet neda ku vê daxwaza xwe bi fîzîkî pêk bîne. Li gel vê yekê jî hevrê Bêrîtan her tim xwe ji aliyê fîzîkî, ruhî û hestewarî ve di her kêliyê de nêzî Rêber Apo dît û hewl da felsefeya azadiyê ya Rêbertî di çalakî, jiyan û kesayetiya xwe de bi xurtî û her kêliyê temsîl bike. Di vê pêvajoya dijwar de ku êrişên giran ên dijmin dihate kirin, li Zagrosan bi fedaîtî têkoşiya û bi rengekî çalak beşdarî gelek çalakiyên dîrokî bû ku li dijî dijmin hatin kirin. Di vê dema dîrokê de ku artêşbûna jinê bi pêş ketibû û hîmên YAJK'ê hatibûn danîn, pêşengî ji pêşketina milîtaniya jinê re kir û kedeke bêhempa da.

Hevrê Bêrîtan ku sala 1996'an derbasî eyaleta Zapê bû, li vê derê karên şoreşgerî bi biryardarî dewam kir. Tecrûbeyên îdeolojîk û leşkerî yên di kêliyên herî germ ên şer de bi dest xist, li qada Zapê bi hevrêyên xwe re parve kir, ji bo şervanên nû bi pêş ve biçin û taktîkên gerîlatiyê bi hostatî bêne bicihanîn û xeta fermandarîbûnê bê bidestxistin, kedeke mezin da. Di sala 1997'an de hevrêya me derbasî qada Qendîlê bû û nêzî 4 salan bê navber li vê qadê têkoşiya. Komploya Navneteweyî ya 15'ê Sibata 1999'an a li dijî Rêber Apo û êrişên tasfiyekar û teslîmkar ên hundirîn û derve yên li hemberî Tevgera me li qada Qendîlê pêşwazî kir. Di vê dema zehmet de ku şikestinên dîrokî û pêlên giran ên tasfiyekariyê rû dabûn, ji dilsoziya xwe ya bi Rêberê me û Xeta Şehîdan qet tawîz neda. Berevajî vê yekê li ser wê yekê kûr bû ku çawa karibe bersiva herî xurt bide komploya navneteweyî û tasfiyekariyê, xeta Apoyî çawa dikare bi xurtî biparêze. Bi vî rengî bû keleha xurt a zelaliya rêxistinî û sekna îdeolojîk.

Hevrê Bêrîtan sala 2001'ê li Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan beşdarî perwerdeya îdeolojîk bû û perspektîfên dema nû yên Rêber Apo têgihişt. Li dijî meylên tasfiyekar weke parêzvana bêeman a pîvanên Apoyî sekneke zelal nîşan da. Piştî pratîkên li qadên Qendîl û Xakurkê di sala 2005'an de derbasî qada Mexmûrê bû, beşdarî nava karên civakî bû û di rêxistinkirina gelê me yê welatparêz de ku penaber bû lê ji berxwedana xwe tawîz neda; di hembêzkirin û parastina nirxên azadiyê de bi rola pêşengiyê rabû. Hevrê Bêrîtan sala 2006'an careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya û li qada Qendîlê li Akademiya Şehîd Nûda û Dibistana Kadro ya Mazlûm Dogan di asta herî bilind de perwerdeya îdeolojîk dît. Li ser parêznameyên Rêber Apo yên 'Parastina Gelekî' û 'Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk' kûr bû û ji bo têgihiştina Paradîgmaya Demokratîk, Ekolojîk û Azadîparêziya jinê gelekî hewl da. Hevrê Bêrîtan di kesayetiya xwe de veguherîneke kesayetiyê û fikrî ya bingehîn pêk anî, teorî kir rêberê pratîkê û bi îdîa û biryardariyeke mezin herikî qada pratîka şoreşgerî.

Hevrê Bêrîtan a ku di sala 2011'an de derbasî Rojavayê Kurdistanê bibû, bû yek ji kadroyên pêşeng ku bingehên fikrî, rêxistinî û civakî yên Şoreşa Azadiyê ya Rojava avêtin. Hevrê Bêrîtan heta sala 2014'an li bajaran, kolanan û gundan ji bo rêxistinbûna li Rojava, di avakirina xweparastina jin, ciwan û hemû gel de li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî berpirsiyarên dîrokî girtin ser milên xwe. Hevrê Bêrîtan di qezenckirina taybetmendiya mirovî, azadîxwaz û jin-navendî ya Şoreşa Rojava de kedeke mezin raber kir û erka xwe bi serkeftî pêkanî. Paşê dîsa vegeriya çiyayên Kurdistanê û li Akademiya PKK'ê ya Sakîne Cansiz, tevlî perwerdeyê bû. Ezmûnên mezin ên pratîkî û civakî yên ku di pêvajoya Şoreşa Azadî ya Rojava de bi dest xistibûn, di parzûna Apoyî de derbas kirin û ji bo ku bixe xizmeta qadên din ên têkoşînê yên Kurdistanê, ket nav lêhûrbûneke mezin.

Hevrê Bêrîtan piştî perwerdeya xwe qedand, derbasî Başûrê Kurdistanê bû. Li vir di gelek qadên cuda de erka şoreşgerî pêkanî û di Komîteya Xebatên Şehîdan de berpirsiyarî girt ser milên xwe. Ji bo hevrê Bêrîtan Xebata Şehîdan ne tenê erkeke rêxistinî bû; ew sedema hebûna şoreşê, îfadeya herî zelal a manewiyet, pîroziyê û hiqûqa hevrêtiyê bû. Girêdana wê ya kûr a bi şehîdan re, lêgerîna wê ya ku bîranîna wan herdem zindî bihêle û zanebûna xwedîderketina rast a li mîrateya wan a têkoşînê ya pîroz, hemû kesayetiya wê ava kiribû. Hevrê Bêrîtan yek bi yek serdana malbatên şehîdan dikir, êşên wan parve dikir û bîranîn û nirxên ku şehîdan li pey xwe hiştibûn mîna emanetên pîroz di hembêza xwe de diparastin. Ji bo ku têkoşîna şehîdan civakî bike, êşa di dilê malbatan de bike şanaziya şoreşgerî û bîranîna şehîdan nemir bike, bi şev û roj xebitî. Manewiyeta bilind a ku vê xebata pîroz anî, sadebûna wê ya Apoyî û hezkirina wê ya hevrêtiyê hê bêtir bilind kir. Bi van xebatan re, ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Kerkûkê heta Garê ezmûnên xwe yên xurt bi gel û hevrêyên xwe re parve kir û di avakirina jiyana azad de kedeke bêmînak raber kir.

Hevrê Bêrîtan di heman demê de rewşenbîreke ku bi eşq û evînê ve girêdayî ziman, nasname, çand û edebiyata Kurdî bû û fedaiyeke ziman û çandê bû. Hevrê Bêrîtan li dijî polîtîkayên asîmîlasyon, înkar û qedexekirinê yên dewleta Tirk a dagirker derket û di zimanê Kurdî de xwe di asteke herî bilind de pêş xist. Wê her dem bi Kurdî axivî, fikirî, nîqaş kir, nivîsî û jiya. Hemû not, rojnivîsk, nivîs, bîranîn û pirtûkên ku nivîsîn bi Kurdiyeke sade nivîsîn. Wê dewlemendî, nazikî û hêza vegotinê ya zimanê Kurdî bi edebiyata şoreşgerî re kir yek û di pêşxistin û zindî hiştina edebiyata Kurdî û dîroka me ya têkoşînê de roleke pir diyar û pêşeng lîst. Pênûsa wê di destê wê de li dijî mêtingeriyê bû şûrê îdeolojîk ê herî tûj.

Hevrê Bêrîtan di vê meşa xwe ya şoreşgerî de, zanist û felsefeya Jineolojiyê ne tenê wekî agahiyeke teorîk pejirand; ew di hiş, sekn û di hemû pratîka jiyana xwe de kir bedena zindî û bû milîtana pêşeng a Tevgera Jinên Azad. Wekî nûnera bihêz a nasname û pênase yên PAJK'ê, xeta azadiya jinê ya Apoyî di kesayetiya xwe de gav bi gav da rûniştandin; pîvanên jinên azad di her kêliya jiyanê de bêtawîz nîşan da. Bi van pîvanên îdeolojîk ên kûr, zanebûna bilind a jinê û hezkirina bihêz a hevrêtiyê, li ku derê gav biavêje û di kîjan xebatê de cih bigire renga xwe ya taybet da wê derê; rêgez, wesf û morala şoreşgerî tevlî derdora xwe kir. Hevrêya me ku bi hêza ji sekna jina azad girtî re hem fermandariya xwe hem jî erka xwe ya pêşengiya îdeolojîk-civakî di asteke herî bilind de meşand, bi jiyana xwe hişmendiya azadiyê ya jin-navendî ya Jineolojiyê nîşan da û bû nimûneyeke bijarte ya milîtaniya jinê ya Apoyî.

Ji bo bîranînên ku soza wan dabû şehîdan bike pirtûk û mîrateya wan a têkoşînê nemir bike, hewldaneke mezin nîşan da. Ji bo zindî hiştina bîranîna hevrêya me Şehîd Berwar (Hamdiye Kapan) ku di 24'ê Kanûna 1998'an de li Wanê çalakiyeke fedaî pêk anîbû û gihîştibû şehadetê, dest bi nivîsandina pirtûkekê kir. Tevlî pêvajoyên giran ên pratîkî, pirsgirêkên tenduristiyê û hemû zehmetiyên xebatên şoreşgerî, ti carî ji vê armanca xwe ya pîroz paşve negeriya. Bi kedeke mezin ku bi salan dom kir, bi hesasiyet û bi hezkirineke kûr a hevrêtiyê xebitî û berhema xwe ya bi navê "Xwedawenda Zagrosê" ku ji bo Şehîd Berwar Amed nivîsîbû di 14'ê Çileya 2023'yan de qedand û serbilindiya usûla soza ku dabû şehîd jiya. Ev berhem ne tenê biyografiyek bû; ew destana fedaîtiyê ya gerîlayên jin ku li çiyayên Zagrosê li ber xwe didin bû, berhemek bêmînak ya edebiyata Kurdî û dîroka jinên Apoyî bû.

Hevrêya me Bêrîtan ku meşa xwe ya şoreşgerî ya bê navber a 31 salî bi dilnizmî, zanyariyeke kûr û biryardariyeke xurt meşand di 29'ê Sibata 2024'an de li qada Şengalê, dema ku bi rê ketibû ku serdana malbatên şehîdan ê gelê me yê Êzidî bike ku di fermanê de derbas bû û wezîfeyên xwe yên şoreşgerî yên pîroz bi cih bîne, di êrişeke hewayî ya dijmin ê dagirker de şehîd bû. Têkoşîna xwe ya azadiyê ya bêhempa ya 31 salan di asta herî bilind de bi fedaîtî, bi şehadetê temam kir û li nava lehengên me yên nemir de cihê xwe yê bi rûmet girt.

Jiyana têkoşînê ya bi heybet a 31 salan a hevrêya me Bêrîtan ispata herî mezin a wê yekê ye ku fedaiyên Apoyî ne tenê ji aliyê leşkerî û fîzîkî ve, her wiha ji aliyê îdeolojîk, manewî, çandî, wêjeyî û gelek aliyan gelê Kurd diparêzin, nirxan bilind dikin û digihînin paşerojê. Ew keça zane ya Colemêrgê, fermandara jin a qewîn a Zagrosan, pênûsa xurt a wêje û zimanê Kurd, milîtana heqîqî û dilsoz a Rêber Apo bû û bi vî rengî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka me ya şoreşê nivîsî. BîranÎna hevrêya me Bêrîtan, berhemên ku nivîsî, mîrateya wê ya şoreşgerî û sekna wê ya fedaîtî wê di meşa me ya Rêbertiya Azad û Kurdistana Azad de bibe meşaleyek ku qet venamire û xeyalên wê teqez wê bêne biserxistin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me ya şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Bêrîtan Çelê

Nav paşnav: Evfa Mîrahmehtoglû

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Sabriye-Ubeydullah

Dem û cihê şehadetê: 29'ê Sibata 2024 / Şengal