Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn

Li bajarê Kobanê fermandara YJA-STRAR`ê şehîd Dîlan Şirnex bi amadebûna bi dehan kesan  hat bibîranîn

Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn
Şehîd Dîlan Şirnex li Kobanê hat bibîranîn
21 îlon, 2026   13:08
KOBANÊ

Ferrmandara YJA-STRAR`ê şehîd Dîlan Şirnex ku 17 Îlonê de Şehîd bû, îro ji aliyê meclîsa malbatên Şehîdan ve hat bi bîranîn. Bîranîn bi amadebûna bi dehan kesî li hola meclisê hat lidarxistin. 

Piştî deqeyekê rêzgirtin endama koordînasyona Kongira Star ya bajarê Kobanê Rûken Ehmed axivî, Rûken sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û got: “ Dema mirov pênaseya heval Dîlan dike, di hemû waran de xwedî kesayeteke bi hêz û li her derê têkoşîneke bê hempa da meşandin.”

Rûken wiha dewam kir: “Ew ji bo hevalên xwe di nava şer de palpişt bû. Rêber Apo digot `Hêvî ji serkeftinê binirxtir e`, Dîlan jî bi wî rihî bi roj û şev li ber xwe dide. Dema em şehîd Dîlan bi taybet li Kobanê bi bîr tînin, em îsbat dikin ku em hemû li ser riya Dîlanan in.”

Endama RêveberMya Meclîsa Malbatên Şehîdan ya bajarê Kobanê Eyşe Efendî jî behsa bîranînê xwe û şehîd Dîlan di nava şerê kobanê de kir.

Çalakiya bîranînê bi durişmên "Şehîd Namirin" bi dawî bû.

(so/k)

ANHA