Medyaya Erebî bandorên şerê Amerîka-"ranê û krîza NY`ê nirxand

Medyaya Erebî li ser şerê Amerîka-Îranê, bandorên wê li ser Tengavên Hurmuz û Bab El Mendeb û her weha kêmbûna bandora pergala navneteweyî û rola Neteweyên Yekbûyî nivîsî.

Medyaya Erebî bandorên şerê Amerîka-"ranê û krîza NY`ê nirxand
21 îlon, 2026   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Mijara şerê Amerîka-Îranê û bandorên wê li ser ewlehiya deryayî û enerjiyê, digel siberoja pergala navneteweyî û rola NY`ê di rojeva medyaya Erebî de bû.

Di vê çarçoveyê de, rojnameya El Şerq El Ewset gotarek bi sernavê "Ji New Yorkê heta Bab El Mendebê" weşand, ku civînên Civata Giştî ya NY`ê bi pêşketinên ewlehiyê yên li herêmê, bi taybet aloziyên têkildarî rêyên deryayî ve girêdide.

Di gotarê de hate destnîşankirin ku rêber diçin New Yorkê "da ku hêviyên xwe ji bo ji nû rewatiya navneteweyî, her çend dereng be jî, vejînin."

Di heman rojnameyê de gotarek bi sernavê "Ma Neteweyên Yekbûyî Bi Dawî Bû?", li ser veguherînên ku di rola rêxistina navneteweyî de çêbûne nîqaş kir.

Di rojnameya El Quds de, gotarek şîroveyê bi sernavê "Washington Dest bi Hilweşandina Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî Dike: Cezayên Berfireh Tehdîda Hilweşîna Pergala Dadweriya Cîhanî Dikin" li ser bandorên cezayên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li ser Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî û bandora wan li ser pergala dadweriya navneteweyî nivîsî.

Nivîskar diyar ku hedefgirtina dadgehê dikare bibe sedema "hilweşîna baweriyê bi saziyên piralî", û hişyarî da ku karanîna cezayên darayî li dijî saziyek dadweriya navneteweyî dikare "standardên dualî" kûrtir bike û rêziknameya navneteweyî ya li ser bingeha rêzikan têk bibe.

Gotarê her weha helwesta welatên Ewropî û Japonya di derbarê parastina dadgehê de li hember zexta DYA`ê nîqaş dike.

Di rojnameya El Nehar de, gotarek bi sernavê "Şerê Rêyên Alternatîf... Gelo Petrolê Siûdî jî Li Derveyî Hurmuzê Bê Astengkirin?" bal kişand ser bandorên şer li ser rêyên hinardekirina petrolê, ji ber ku fikar ji Tengava Hurmuzê ber bi rêyên din ên deryayî ve diçin, di demekê de ku alozî li Deryaya Sor û Tengava Bab El Mandeb zêde dibin.

(k)

ANHA