Xwendekaran li pêş Komîseriya NY`yê dest bi çalakiya konvedanê kir

Xwendekaran li Qamişloyê li pêşiya avahiya Komîseriya NY`ê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta veguhêz dest bi çalakiya konvedanê kir.

16 îlon, 2026   14:12
QAMIŞLO

Xwendekarên li bajarê Qamişlo li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li taxa Siyahî ya Qamişloyê bi beşdariyeke girseyî ya xwendekaran konê çalakiyê veda. 

Çalakiya konvedanê bi dirûşma “Em mafê perwerdeya bi kurdî dixwazin” hatiye destpêkirin.

Di çalakiyê de xwendekaran pankartên “Zimanê me hebûna me ye”, “Zimanê xwe biparêze, nasnameya xwe biparêze”, “Ji mafê min e ez bi zimanê xwe perwerdeyê bibînim”, “Ziman isbata nasnameya gelan e” û “Zimanê me nasname û dîroka me ye” rakirin.

Xwendekara bi navê Silava Elî daxuyaniyek xwend û got: “Em weke gel û xwendekarên Kurd li hemberî biryara li dijî zimanê kurdî û redkirina wê ya ji kokê radiwestin, ev biryar ji maf, edalet û rêzdariya li hemberî gelê Kurd pêk nayê, dayîna tenê 3 dersan ne li gorî daxwazên Kurdan e, bi sala ye me bi zimanê xwe yê kurdî perwerde dîtiye.”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em ne li dijî fêrbûna zimanên din in, em ji bo kêmdîtina maf û zimanê me derdikevin, zimanê me ne tenê zimaneke, ew deng, reng, bîranîn, çand û nasnameya me ye, lê mixabin heta niha dengê me tê paşguhkirin.”

Di daxuyaniya xwendekaran de hat diyarkirin ku ji dema derketina vê biryarê de heta niha xwendekar rastî lêdanê tên û rê nayê dayîn ku di hundirê dibistanan de bi kurdî biaxivin û wiha pê de çû: “Îro careke din dibêjin xwendekarên kur ji yên keç veqetînin, ev ji bo me wekî Kurd jihevqetîneke ne di cihê xwe de ye, ji ber em bi perensîbên wekheviya di navbera her du zayenda re ne.”

Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em bi hêvî ne daxwazên me pêk werin, keda me wek xwendekarên Kurd û zimanê me jî were parastin.”

Tê payîn ku çalakî bi beşdariya xwendekaran 2 rojan berdewam bike.

(sb)

ANHA