YPG`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir

Yekîneyên Parastin Gel (YPG) nasnameya fermandarekî xwe ku di salan 2024`an de li Helebê şehîd bûye, aşkera kir.

YPG`ê nasnameya şehîdekî aşkera kir
7 îlon, 2026   12:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameya fermandar Yaşar Berçelan ku di sala 2024`an de li Helebê şehîd bûye, aşkera kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Yaşar Berçelan (Aydin Elmas) ji çiyayên Kurdistanê heta bi Şengal û Rojavayê Kurdistanê, nûnertiya welatparêzî û çanda qadîm a gelê Botanê dikir. Hevrê Yaşar di tevahî civata rêhevalên xwe de; bi dilnizmiya xwe ve dihate nasîn û kesayeta xwe ya fedekar dikir para wê civatê."

YPG`ê her wiha diyar kir: "Şoreşgerê welat û fermandarê wêrek, herî dawî li herêma Helebê bi erka fermandarê herêmê xebat dimeşand. Di van xebatên xwe yên li Helebê de jî bi heman pîvan û rêgezan tev geriya. Di dîroka 13.11.2024’an de dema li ser erka xwe bû, di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li Helebê gihaşt asta şehadetê. "

YPG`ê ji malbata şehîd Yaşar Berçelan, hevrêyên wî û tevahî gelên Kurdistanê re sersaxî xwest û soz da ku xeyal û armanca şehîdên xwe pêk bîne.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Yaşar Berçelan

Nav û Paşnav: Aydin Elmas

Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg

Navê Dayikê: Zelîha

Navê Bav: Hasan

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb, 13.11.2024