`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan

Di pirtûka `Li Ser Rêya Azadiyê` de çîroka 18 dayikên şehîdan ku di Tevgera Azadiyê û Şoreşa Rojava de tê koşiyane, hatiye nivîsandin.

`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
`Li Ser Rêya Azadiyê` çîroka 18 dayikan
21 îlon, 2026   03:39
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê 19`ê îlonê şahiya îmzekirina beşê yekem a pirtûka `Li Ser Rêya Azadiyê (Dayikên ji Rojava), li dar xist. Di pirtûkê de balê dikşînin li ser rêwîtiya têkoşîna dayikên şehîdan. 

Meclisa Malbatên Şehîdan berî salekê biryar da ku li ser têkoşîna dayikên şehîdan pirtûk were nivîsandin û têkoşîna wan were belgekirin.

Di çarçoveya nivîsandina pirtûkê de Meclisa Malbatên Şehîdan komîte ji 8`kesan pêktê, ava kir. Mamoste Ciwan Omer (mamosteyê ziman û wêjeya kurdî li zanîngeha Rojava) û komîte bi hev re xebitîn û Omer beşê yekem a pirtûkê bi dawî kir. Pirtûka `Li Ser Rêya Azadiyê` bi zimanê kurdî û erebî hatiye nivîsandin.

Komîteya nivîsandina pirtûkê û Ciwan Omer di destpêke de xwe gihandin dayikên şehîdan û çîroka wan bi deng qeyd kir, piştre deng veguhaztin nivîsê û herî dawiyê aliyê rêziman de sererast kir.

Di pirtûkê de tê ziman ku dayikên şehîd, têkoşer û welatparêz ji salên 70`î dest bi têkoşînê kirine û heyanî roja îro didome. Dayikan di hemû şert û mercên têkoşînê de xebitîne û li ber xwe dane.

Di beşa duyemîn de jî behsa çîroka 18 jinan dikin, zêdetirî xwe dayikên şehîd, têkoşer û jinên şoreşger, dike.

Xebata nivîsandina pirtûkê 11 mehan berdewam kiriye.

Nivîskarê pirtûkê Ciwan Omer derbare pirtûkê de got girînge, tecrûbeya jin û dayikan di şoreşê de belge dike û wiha berdewam kir: "Pirtûka Li Ser Rêwitiya Azadiyê dikare ji bo neslên nû bibe belgeyeke lêkolîne. Me serdana dayikan kir, li çîroka wan guhdar kir, li her malekê çîrokek hebû, êşa wan yek e, di her çîrokê de navê şehîdan, girtîgeh, bi ser malan de girtin û dem dirêj li benda zarokên xwe mayîn, hebû. Jiyana her dayikekê tecrûbeyeke mezin a jiyanê ye."

Di dawiyê de Ciwan Omer got: "Ez hêvî dikim ku pirtûk were xwendin û ji bo neslên nû bibe belgeyeke dîrokî."

Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Armanc Mihemed jî got bi rêya pirtûkê rêwitiya têkoşîna dayikan tê belgekirin da ku keda wan were parestin, çîrok û tecrûbeya wan bigihînin neslên nû.

(np)

ANHA