Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome

Xebatên zîftkirin û sererastkirina kolanên bajarê Til Temirê didomin. Heta niha ji sedî 90’ê xebat pêk hatiye.

Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
Zîftkirina rêyan li Til Temirê didome
16 îlon, 2026   07:40
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Xebatên sererastkirin û zîftkirina kolanên bajarê Til Temir ku ji hêla şaredariyê ve di çarçoveya plana xizmetguzariyê ya sala 2026`an pêk tê, didomin. Heta niha nêzî ji sedî 90’ê planê pêk hatiye, xebatên zîftkirinê li deverên mayî berdewam dikin. 

Di projeyê de nêzî 4 hezar metrekeb zîft heye, ew ê ji bo kolanên bajêr (5 km) bê bikaranîn.

Şaredarî projeyê bi armanca birêxistinkirina xebatê û çêkirina gelek kolanan projeyê li ser qonaxan pêk tîne. Niha taxên bakurê bajêr tên zîftkirin.

Xebatên zîftkirinê li taxên başûrê rêya M4 dest pê kir, paşê bi awayekî beşî li deverên din ên bajêr belav bûn.

(sb)

ANHA