Pakistanê êrişa hewayî bir ser Afganistanê: 3 kes mirin

Balafirên şer ên Pakistanê êrişeke hewayî birin ser wîlayeta Kunar a li rojhilatê Afganistanê. Di encamê de 3 sivîl mirin, 4 jî birîndar bûn.

Pakistanê êrişa hewayî bir ser Afganistanê: 3 kes mirin
21 îlon, 2026   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Talîbanê ya li Afganistanê ragihand ku di êrişa hewayî ya balafirên şer ên Pakistanê de ya li wîlayeta Kunar a li rojhilatê welêt 3 sivîl mirin, 4 jî birîndar bûn.

Berdevkê Midûriyeta Emniyetê ya Kunarê Farid Dehqan ji AFPê re axivî û diyar kir ku êriş roja duşemê saet di 03:30 de li navçeya Nurgalê pêk hat û wiha got: “Jetên Pakistanê bomnbardûman kirin. Sê sivîlan jiyana xwe ji dest dan, çar kes jî birîndar bûn.”

Midûriyeta Enformasyonê ya Wîlayeta Kunarê jî piştrast kir ku di êrişê de 3 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Êrişa hewayî ya Pakistanê piştî êrişa bi çek û bombeyî ya roja Înê ya li ser navendeke polîsan a li bakurê welêt pêk hat. Di êrişa li eyaleta Hayber Pahtunhva de herî kêm 31 kes mirin, polîs jî di nav de 16 kes birîndar bûn.

Komeke xwecihî ya têkildarî Tehreek-î-Talîban (TTP) a cîhadîst Ittehad-ul-Mucahidin Pakistan berpirsyariya êrişê li xwe girtibû.

Rêveberiya Pakistanê Afganistanê sûcdar dike ku piştgiriyê dide komên cîhadîst ên ku ji êrişan berpirsyar in. Rêveberiya Talîbanê jî van sûcdariyan red dike.