Karmendên tenduristiyê xwepêşandan organîze kir

Karmendên tenduristiyê yên entegreyî Wezareta Tenduristiyê bûne ku ev bûye 4 meh mûçeyê xwe nagirin, xwepêşanan li dar xist û daxwaza mûçeyê xwe kir.

Karmendên tenduristiyê xwepêşandan organîze kir
Karmendên tenduristiyê xwepêşandan organîze kir
Karmendên tenduristiyê xwepêşandan organîze kir
Karmendên tenduristiyê xwepêşandan organîze kir
Karmendên tenduristiyê xwepêşandan organîze kir
Karmendên tenduristiyê xwepêşandan organîze kir
20 îlon, 2026   13:37
HESEKÊ

Li bajarê Hesekê bi dehan hemşîre û karmendên tenduristiyê yên entegreyî Wezareta Tenduristiyê bûne îro li pêşiya avahiya parêzgarê Hesekê xwepêşandan bi rêxistin kir. Piştî ku entegre bûn ev bûye 4 meh mûçeyê xwe nagirin.

Di xwepêşandanê de pankartên li ser hatibû nivîsandin "Ji mafê karmend e ku mûçeyê xwe bigire" û "Ji ber mûçeyê me nadin, em gelekî zehmetî dibînin" rakirbûn.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed hevdîtin bi xwepêşandêran re kir û li daxwaza wan guhdar kir.

Parêzgar anî ziman ku ew ê mijara nedayîna mûçeyê karmandên tenduristiyê bişopîne û got ew ê hewl bide heyanî dawiya vê mehê mûçeyê karmendan were dayîn.

(np)

ANHA