Amadekariyên “Festîvala Bazara Sûriyeyê” bi dawî bûn

Amadekariyên “Festîvala Bazara Sûriyeyê” ku dê di 25-29’ê Îlonê de li bajarê Qamişloyê pêk bê bi dawî bûn.

Amadekariyên “Festîvala Bazara Sûriyeyê” bi dawî bûn
20 îlon, 2026   13:15
QAMIŞLO

Amadekariyên “Festîvala Bazara Sûriyeyê” ku dê di 25-29’ê Îlonê de li bajarê Qamişloyê pêk bê bi dawî bûn. 

Kampaniya Şemal a Reklaman bi hevkariya Gerînendeya Çandê ya Hesekê dê bi sernavê “Festîvala Bazara Sûriyeyê” festîvalekê li bajarê Qamişloyê li dar bixe. Festîval dê di navbera 25-29’ê Îlonê (2026) de li Parka Azadî bê lidarxistin. Sponsorê fermî yê festîvalê Kampaniya Şemal a Reklaman e. 

Festîval dê ji demjimêr 17.00’an heta 23.00’an (yanî ji 5’ê êvarê heta demjimêr 11’ê şevê) bidome.

Li gorî agahiyên me ji Kampanyaya Şemal girtine, heta niha 60 şirketên Sûriyeyî û şîrketên navnetewî yên li Sûriyeyê serlêdan kirine. Serlêdan dê heta roja 23’ê Îlonê jî bidomin.

Di festîvalê de, dê xurek, cil û berg, amûrên teknolojîk, pêwîstiyên malan, her tiştên li bazarê bê pêşkêşkirin.

Dê roja yekem Koma Tekat a mûzîkê ya ji Sûriyeyê, roja sêyemîn jî hunermed Azad Bedran beşdarî festîvalê bibin. Roja dawî jî demjimêr 22.00 (yanî 10’ê bi şev) dê şahî ji bo şîrketan pêk bê û stran bên pêşkêşkirin.

(bî)

ANHA