Kesayetiya stratejîk, hêza avakirinê û wateya qanûnê - Ergîn Atabey 

Kesayetiya stratejîk, hêza avakirinê û wateya qanûnê - Ergîn Atabey 
22 tebax, 2026   13:16

‘’Şoreşa pozîtîf, şoreşa herî dijwar e. Lê belê jixwe şoreşer ji bo serkeftina tişta dijwar hene. Helbet dema ku em li bêderfetiyên paşerojê dinêrin, serkeftin di nava derfetên roja me ya îroyîn de zehmettir nîne.’’

Ji endamên Sekreteryaya Îmraliyê Ergîn Atabey ê ku li Îmraliyê tê ragirtin û li ba Rêber Apo ye, ji bo Kovara Ozgur Halk bi sernavê ‘Kesayetiya stratejîk, hêza avakirinê û wateya qanûnê’ nivîsek amade kir.

"Bi awayê giştî dema ku em li nîqaşên têkildarî pêvajoyê dinêrin, mixabin ku zêdetir li gel aliyên wê yên teknîkî û encamên wê tê nîqaşkirin. Her çend şerê psîkolojîk ê rejîma şerê taybet li ser vê yekê bandordar be jî nabe ku aliyên herî girîng li gel vê yekê were îzahkirin. Bi taybetî em ku berpirsiyarên avakirina civaka komînal a demokratîk in, ji ber serveyiyên ku em rû bi rû ne nikarin xwe ji aliyên talî-teknîkî rizgar bikin û di asteke stratejîk de bifikirin. Ji ber vê yekê nîqaş û xebatên me ne cewherî ne û em nikarin bikevin rojeva sereke. Weke encama vê yekê her çend gotinên me mafdar bin jî em di nava sînorên şerê psîkolojîk de dimînin. Ji ber wê yekê jî em ji ji rojeva sereke, nîqaş û mijaran dûr dimînin.

Rêber Ocalan dibêje: ‘’Ez bi awayekî stratejîk dixebitim.’’ Zemîna ku xebata stratejîk xwe dispêrê, kesayetiya stratejîk e. Yek ji taybetmendiya vê yekê ya herî girîng, diyarkirina rojevê, nîqaşan û xebatan a li gorî cewherî û esas e. Pêşketîtirîn şerê psîkolojîk ê dîrokê li dijî Rêber Ocalan tê pêşxistin. Bi taybetî ji bo ku bi xwe rojev, nîqaş û xebatan beralî bikin ev şerê psîkolojîk tê birêvebirin. Lê belê tevî ku di dîrokê de û di roja me ya îroyîn de jî tu mînakên wê tune ne jî û di bin dorpêçeke mezin de ye jî nikarin rojev, nîqaş û xebatên Rêber Ocalan beralî bikin. Sira vê yekê, kesayetiya stratejîk e ku Rêber Ocalan li ba xwe daye avakirin. Lê belê dezavatantaja sereke ya Rêber Ocalan ew e ku me ew kesayetiya stratejîk di heman astê de li ba xwe ava nekiriye. Ji ber vê yekê em tiştên ku diqewimin tam fêm nakin. Em xefikên rejîma şerê taybet ku hêmanên talî-teknîkî dike rojev, nabînin. Bi giştî em dikevin xefika navborî. Ev yek jî me ji kakila meseleyê dûr dixe. Encama vê yekê jî weke rewşeke negatîf vedigere Rêber Ocalan. Em nikarin stratejiya ku bi awayekî objektîf pêş xistiye, pêş bixin. Hêmana ku em weke dezavataj binav dikin jî ev e.

BIDESTXISTINA ASTA KESAYETIYA STRATEJÎK

Bi awayê giştî dorpêça li ser Rêber Ocalan weke dezavantajê tê nirxandin. Bêguman dorpêça li ser Rêber Ocalan nebûya wê rewş cudatir bûna. Lê belê dema ku em ji paşerojê heya roja me ya îroyîn dinêrin, meseleya rastîn tê û xwe dispêre me. Me di paşerojê de jî nekarî egerên serdemên stratejîk ên Rêber Ocalan bi rêya pêngavên xwe pêş xistin, bi cih bînin. Gelek pêngavên stratejîk ku di deh salan carekê tên avêtin, ji ber bidestnexistina me ya asta kesayetiya stratejîk pûç bûn. Rastiya ku niha em rû bi rû mane jî ev e. Bidestnexistina me ya asta kesayetiya stratejîk ji aliyê Rêber Ocalan ve dezavantaja herî mezin e.

Rêber Ocalan dema ku bi awayekî stratejîk nêrîna xwe analîz dike weke; ‘’Şikandina maşika komkujî û şerî ya Kurd di nava wê de tên girtin û pêşîlêgirtina komkujiyê û avakirina qada hebûna azad’’ pênase dike. Rê û rêzana stratejîk a nîvsedsalî, berxwedêrî û xebat li gel vê hevokê bi awayê herî eşkere hatiye îfadekirin. Rastiyeke wisa ye ku wateya pêvajoya heyî jî îfade dike. Komkujiya li ser gelê Kurd berdewam dike. Her çend bi awayekî fiêlî Kurd hatibin qebûlkirin jî lê belê hê jî hebûnên azad nînin. Pêngava stratejîk a dawîn, ji bo derbaskirina vê pozîsyonê ye. Ji roja ku ev pêngav hatiye pêşxistin heya niha em bala xwe bidin kiryarên xwe. Tiştên ku me kirine herî zêde xwe di gotinên me de nîşan didin. Serdema ku gotinên me gelekî zêde bûne jî meh û nîvên dawiyê ne. Girêdayî vê yekê tiştên ku me têkildarî ‘qanûnê’ anîne ziman, nîşan didin bê ka em li ku dera pêngavê ne. Hema bibêjin ku me bi şev û roj navê ‘qanûnê’ li ser zimanê xwe girt. Ger em bibêjin ku sekna me ya li hemberî pêngava stratejîk ew rewşa anîna ziman a tim û tim e, nabe neheqî. Her wiha sedema sereke ya bidestnexistina me ya asta kesayetiya stratejîk jî ev yek e. Girêdayî vê yekê weke xala yekem, rewşa me ya fêmnekirina xwezaya şerê komkujiyê heye. Ya duyemîn jî ew e ku cewhera meseleyê ne qanûn e. Nabe ku qanûn bi temamî were înkarkirin. Ev qonaxeke têkoşînê ye. Dema ku em dibêjin têkoşîn jî em qala pozîsyoneke aktîvîzm û bertekeke ku tu aliyên wê yên pêş dixe, nemaye û naveroka wê hatiye valakirin, nakin.

AVAKIRINA CIVAKA KOMÎNAL A DEMOKRATÎK

Em nikarin bibêjin ku me ev yek bi awayekî tam fêm kiriye. Girêdayî avakirinê heya têkoşîn neyê mezinkirin bi qasî tê xwestin bang jî werin kirin, gotinên ku nikarin ji bertekbûnê derbas bibin, werin pêşxistin û birêvebirin jî encamek nayê bidestxistin. Wê zêdetir di nava sînorên ku tu wateyên wê tune ye, xwe ji kirdebûnê dûr dixe û ‘em vê û wê dixwazin’ de bimîne. Stratejiya pêngava stratejîk a dawîn a ji aliyê Rêber Ocalan ve hatiye pêşxistin, avakirina civaka komînal a demokratîk e. Rêya ku me bi awayekî polîtîk girtiye jî tam berovajiyê wê ye. Hema bibêjin me ya stratejîk daniye aliyekî û me ya taktîkî xistiye rojeva xwe ya sereke. Di vê rewşa me de jî bi qasî qutbûna stratejîk-taktîkî, serobinkirina têkiliya armanc-amraz jî heye. Rojevkirina encam-teknîkî, tam jî di vê xalê de serveyiya ku em rû bi rû mane ye. Lê belê ger me asta kesayetiya stratejîk bi dest xista, di rastiyê de me yê stratejî bixista rojevê. Heya ku em bi awayekî stratejîk avakirina civaka komînal a demokratîk nekin rojeva xwe ya sereke em nikarin bikevin pêvajoyê û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin. Her wiha muxatabê stratejiya civaka komînal a demokratîk jî avakerên komînalîst ên demokratîk in. Çawa ku taktîk amûreke stratejiyê ye, qanûn jî bi vî rengî ye. Heya ku bi awayekî fiêlî avakirina civaka komînal a demokratîk pêk neyê ku xebateke stratejîk e, wê qanûna xwe ferz bike û derxîne. Yanî pêşiyê qanûn nayê.

Bi qasî ku avakirina civaka komînal a demokratîk pêk were wê li gel hêza ku di qada civakî de derdikeve holê pêkanînên xwe bike. Jixwe ma tişta ku di diyalektîka berxwedêrî û têkoşîna nîvsedsala dawîn de pêk hatiye jî ne ev e? A niha li vê diyalektîkê avakirina ku terzê xebata şoreşa pozîtîf e hatiye zêdekirin. Tişta ku li pêşiya vê yekê dibû asteng çi bû û çi çêbû? Weke ku me di destpêkê de jî anî ziman tekane astengiya li pêşiya vê yekê kêmasî, serveyî û şaşiyên me yên têkildarî kesayetiya stratejîk û terzê xebatên me ne. Di vê xalê de hewce nake em berê xwe bidin hêsaniyê û rastgir-çepgiran sûcdar bikin. Rêber Ocalan dibêje ku ‘’Em ê çarenûsa xwe ji bextê qanûnan re nehêlin.’’ Helbet nayê gotin ku qanûn bi temamî bê qîmet e. Lê belê hêmana ku jêre qanûn tê gotin, ‘qaşila’ meseleyê ye. Ger qanûn bêqusûr jî be û kesayetiya stratejîk û terzê xebatê tune bin, ew ê bibin xefik. Rêbertî dibêje ku ‘’Ne tişta ku kesek din dike, wê ya em dikin diyarker be.’’ Li gel nêrînê nîşandana îrade, biryardarî û pratîkê gelekî girîng e. Wê fikra me ya li gel vê kesayetiya stratejîk xwe nîşan dide, îradeya me û pratîka me, me bigihîne armanca civaka komînal a demokratîk. Girêdayî vê yekê girîng e ku em nekevin xefika kevneperestî û redkirina hiqûqê. Divê em ne înkar bikin ne jî bi şêweyiyê ve asê bimînin. Hêmana sereke ya ku divê em li ser kûr bibin, aliyê stratejîk e ku ji bo pêngavê gelekî girîng e. Bi qasî ku ev yek ‘azadiya hebûnê, azadiya jinan, îfadekirina fikir-îdeolojiyê, azadiya birêxistinkirinê û azadiya pergalî’ ava bike wê hêza çareseriyê jî û çareserî jî pêş bikevin.

Ji bo vê yekê potansiyeleke me ya cidî heye. Tecrûbe û daneheva wê jî heye. Jixwe tu kesî ji me re negot ku wê bi hêsanî pêk were. Berovajî wê şoreşa pozîtîf, şoreşa herî dijwar e. Lê belê jixwe şoreşer ji bo serkeftina tişta dijwar hene. Helbet dema ku em li bêderfetiyên paşerojê dinêrin, serkeftin di nava derfetên roja me ya îroyîn de zehmettir nîne. Bes bila em zêdetir li ser kesayetiya stratejîk bisekinin, wê astê û terzê xebatê pêş bixin."