Berxwedana ku nayê şikandin: Çîroka jinên li Kobanê a di berxwedana li dijî DAIŞ`ê de

Şahida Berxwedana Kobanê Edla Bekir behsa berxwedana li hember êrişên DAIŞ`ê yên beriya 12 salan kir; bîranînên ku çawa jin û dayik li kêleka şervanan rawestiyan ku hişt rûyekî nû bi navê berxwedanê ji bo herêmê bê neqişandin.

15 îlon, 2026   02:35
KOBANÊ
DICLE EHMED

Di 15`ê Îlona 2014`an de çeteyên DAIŞ`ê Kobanê dorpêç kir, bi armanca kontrolkirina bajêr dest bi êrişeke leşkerî ya berfireh kir. Di berxwedana li hember êrişan de rola jinan sereke bû, hebûna jinan tenê bi rakirina çekan û şer nehate sînordarkirin, ew beşeke birêxistinbûna berxwedana gel a temamker bû. 

Şervanên jin bi awayekî yekser li ser çeperên şer ên cuda cih girt, parastina hemû tax û kolanan kir, hebûna wan di qadên şer de bal dikişand, bi taybet li hember çeteyên ku hebûna jinan û rolan wan kêm didît. Wêneyên şervanên jin li ser asta cîhanê veguherîn semboleke berxwedanê, hejmareke mezin a şehadeta şervanên jin hişt ku bê naskirin ku parastina xakê û rakirina berpirsyariyê ne tenê erka mêran e.

Yek ji jinên ku beşdarî Berxwedana Kobanê bûbû Edla Bekir şahidiya bûyerên wê qonaxê, şer û berxwedanê kiriye, bi van gotinan bîranînên xwe anîn ziman: “Di wê qonaxê de, di 15`ê Îlonê de çete ji gelek aliyan ve bi hejmarên mezin û cebilxaneyên giran dest bi êrişan kir, dewleta Tirk çek, lojîstîk û cebilxane di deriyên sînor ên Girê Spî û Cerablusê re didan çeteyan. Dewletê ev yek ji bo kontrolkirina bajarê Kobanê û rakirina hebûna Kurdan a di bajêr de dikir.”

Edla Bekir da zanîn ku berxwedan û rihê têkoşîner ê Yekîneyên Parastin Jin (YPJ) plana êrişkaran şikand û got: “YPJ`ê bi rihê fedayî û rewşeke manewî ya bilind şer kir, ew hêzeke esasî ya li kêleka Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û şêniyan bû.”

Têkildarî xebatên xwe yên di çeperên şer ên pêş de, rola ku jinan di piştgiriya şervanan de dilîst, Edlayê got: “Tevî ku made kêm bûn û kehrebe tune bû jinan metbexên komî birêxistin kirin. Nan û xwarin amade dikirin ji bo şervanên di xendeqên şer de dişandin. Jin di xalên tibî de wekî hemşîre û bê beramberî dixebitî, destwerdanên lezgîn dikirin, birîndar sewqî nexweşxaneyan dikirin, tevî nebûna dermanan di rewşên pir zehmet de destek didan birîndaran, beşdarî oxirkirina şehîdan jî dibûn.”

Edlayê destnîşan kir ku tecrubeya Kobanê îsbat kir ku jin dikarin çekan rakin, parastinê bikin û di heman demê de berpirsyariya civakî jî pêk bînin û wiha got: “Li kêlek pêşkêşkirina xizmetguzariya tibî û dermankirin birîndaran, di dema zivistanî, birçîbûn û topbaraneke dijwar me bi awayeke nobedarî parastina hevalên xwe jî dikir, bi hatina buharê re me peyama aştî û rihê fedayî rakir, wekî ku buhar ji me re peyama Rêber Abdullah Ocalan anî, ew Rêberê ku roleke wî ya dîrokî di Berxwedana Kobanê de heye.”

(sb)

ANHA