Lêkolîner Seher Hesen: Divê tecrîda siyasî û qanûnî ya li ser Ocalan bi dawî bibe  

Lêkolînera ji Misrê Seher Hesen got "Ji bo pêvajo bi ser bikeve divê tecrîda siyasî û qanûnî ya li ser Ocalan rabe û ew bikare dan û standin bi parêzer, siyasetmedar û aliyên têkildar re bike."

Lêkolîner Seher Hesen: Divê tecrîda siyasî û qanûnî ya li ser Ocalan bi dawî bibe  
2 îlon, 2026   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Lêkolînera ji Misrê û endama Navenda Dîroka Nûjen a Misirê Seher Ehmed Hesen der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de ji ANHA`yê re axivî.

Seher Hesen di destpêka axaftina xwe de rêveçuyîna Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nirxand û got: "Pêvajo didome û hîna Abdullah Ocalan di girtîgehê de ye, lê wê zehmet be ku pêvajo bi serbikevê û bighîjin aştiyeke mayînde. Rolekî Abdullah Ocalan ê siyasî heye û bandorê li aliyê Kurd dike, gelê Kurd wî girtiyekî weke hemû girtiyan nabîne, ew kesê ku 27`ê Sibatê 2025`an dawî li şerê çekdarî anî, Partiya Karkerên Kurdistanê fesix (PKK) fesix kir û destbi pêvajoya demokratîk kir."

Seher Hesen di berdewamiya axaftina xwe de got: "Nabe ku wî di girtîgehê de bihêlin û di heman demê de ji bo pêvajoyê sûd jê wergirin û jê bixwazin ku dawî li şer bîne. Rolekî bi vî awayî ji Abdullah Ocalan daxwaz dikin lê statoyeke siyasî nadin wî."

Seherê statuya siyasî nedayîna Rêber Abdullah Ocalan û fîzîkî azadnekirina wî, wek xetere dît û got: "Heke serbest neyê berdan dibe ku baweriya her du aliyan li beramberî hevdû lewaz bibe, bi taybet heke Kurd bibînin ku dewlet ji wan dixwaze ku çekên xwe deynin û dawî li şerê çekdarî bînin lê li beramberî wê ji bo rewşa Ocalan û mafên Kurdan gavên siyasî na avêje dibe ku bifikirin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tenê bi rûxandina aliyê leşkerî sînordar e û pirsgirêk ji aliyê siyasî ve bi kokê nayê çareserkirin."

Seher Hesen ji aliyê qanûnî ve jî rewşa Rêber Abdullah Ocalan nirxand û got: "Di pêvajoya aştiyê de rêya qanûnî dikare bibe rêya siyasî lê nayê wateya ku Ocalan di demeke kurt de serbest were berdan, bingehê yasayî berê heye, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropî diyar kiriye ku cezayê muebetê bêyî îhtîmala berdana şertî an mekanîzmayeke rastîn ji bo nirxandina berdewamiya cezayê dê bi xala 3`yemîn a Peymana Mafên Mirovan a Ewropî re muxalif be."

Seher Hesen di berdewama axaftina xwe de got: "Ocalan 27`ê Sibatê 2025`an dest bi pêvajoyê kir, bang kir ku dawî li şerê çekdarî were, Partiya Karkerên Kurdistanê di çarçoveya wê de dawî li şerê çekdarî anî û xwe fesix kir, li beramberî vê yekê wî ji pêvajoyê dûrdixin, ji wî daxwaz dikin ku destbi pêvajoya aştiyê bike û derfet nadin wî ku rasterast pêvajoyê bi rêve bibe. Ji bo Ocalan tev li pêvajoyê bibe nayê wateya di demeke nêz de serbest were berdan lê divê bikare pêvajoyê bi rê ve bibe anku sîstematîk hevdîtin bi parêzer, siyasetmedar û aliyên têkildar re bike û piştre jî rewşa wî ya qanûnî bibe beşek ji çareseriya siyasî."

Di dawiyê de lêkolîner Seher Hesen got: "Ji bo pêvajoya aştiyê bi ser bikeve dibe ku niha serbest berdana Ocalan ne şert be lê ji bo demeke dirêj tê xwestin ku dawî li tecrîda siyasî û qanûnî ya li ser Ocalan, bînin, sîstematîk dan û standina xwe berdewam bike û heke pêvajo bi pêş ve biçe divê rewşa wî ya li girtîgehê were nirxandin."

(np)

ANHA