Ji Rojava ber bi Sûriyeya Nû - HUSEYÎN SALÎH DÛRMÛŞ 

Ji Rojava ber bi Sûriyeya Nû - HUSEYÎN SALÎH DÛRMÛŞ 
7 îlon, 2026   13:49

Roja îroyîn pîvana esil ew e ku gelê Kurd wê di nava avaniya Sûriyeyê de kapasiteya xwe ya siyasalbûnê, destketiyên xwe û îradeya çi qasî biparêzin. Ferqa di navbera tesfiye û lihevkirinê de wê li vir derkeve holê.Pirtûka Hamît Bozarslan a bi navê Walpurgis- Şoreşên Rastgir a di Adara 2026’an de ji aliyê Passes Composesê ve hate weşandin,  dibe sedem ku em yek ji kategoriya dîrokî ya em hîn bûne berovajî bifikirin: Gelo şoreş bes aîdî çepgir, azadbûn û pêşketinê ye?

Yek ji aliyê herî balkêş ê xebata mamoste Hamît ew e ku nîşan dide ku ji dawiya sedsala 19’emîn û pê ve û bi taybetî jî piştî Şerê Cîhanî yê Yekemîn rastgir jî çawa xwedî li ‘’şoreşê’’ derdikevin. Faşîzm û nazîzm xwe ne weke tevgerên ku dixwazin pergala berê biparêzin berovajî wê xwe weke hêzên şoreşger ên ku însanên nû, civakeke nû û neteweyeke nû biafirînin, pêşkêş kirin.

Ev nîqaş bes ne ya paşerojê ye. Em di asta gerdûnî de dibînin ku rastgiriya roja îroyîn jî her ku diçe zêdetir xwedî li têgehên ku beriya niha aîdî çepgiriyê dihatin hesibandin, derdikeve. Li Tirkiyeyê jî zimanê antîemperyalîst ê AKP û di serdema nû de yê MHP, rexneyeke mêtinkariyê û gotina ‘’xwecihî û neteweyî’’ yek ji mînakên vê veguherînê ye.  Bi awayekî hevşib li Sûriyeyê xeta siyasî yaku li dijî rejîma Esad dest pê kir, ji serhildanê derket holê  û bi demê re tevgerên cîhadîst zêdetir derketin pêş xwe li gel têgeha ‘’şoreşê’’ pênase kir, roja îroyîn hêzên ku Sûriyeyê bi rê ve dibin jî hewl didin rewabûna xwe bispêrin vê mîrateyê.

Ev xeta fikrî ya ji aliyê mamoste Hamît ve hate vekirin, dibe sedem ku em bi çavekî cuda li Sûriyeyê û Rojava binêrin.

Rojava jî di nava vî şerê demdirêj de tecrûbeyeke siyasî û civakî ya gelekî cuda derxist holê. Di nava kaosê de ne parastina bes qadekê, hewl da jiyaneke civakî ya nû ava bike. Di navbera îdîayên têkildarî mijarên weke azadiya jinan û azadiya aborî û rastiya jiyanê de mesafeyên mezin hebûn. Lê belê ev yek nayê wê wateyê ku veguherînên mezin pêk nehatin.  Qadên ku jinan di nava jiyana civakî, siyasî û leşkerî de bi dest xistin, saziyên ku nû hatin avakirin û hewla avakirina jiyaneke civakî ya cuda ya di nava şert û mercên şerî de rastiyên şênber ên tecrûbeya Rojava ne. Mesele ne redkirina van yekan e, dîtina mesafeya di navbera yên pêk hatine û yên hatin armanckirin de ye.

Têkildarî Sûriye û Rojava gelek gotin hatin kirin, analîzên dûrûdirêj hatin kirin. Bi taybetî jî di serdema medyaya dijîtal de şîrovekirina hemû geşedanan û bi awayekî yekser, beriya ku li qadê xwe çawa nîşan didin girêdana wan a bi encamên mezin ve û ji serkeftinê bigirin heya têkçûnê, ji teslîmiyetê bigirin hea tesfiyeyê dayîna hukmên teqez gelekî hêsan bû. Helbet mesele ne neaxaftina wan e. Lê belê li cihê ku gotin ev qasî zêde bûne, ferqa di navbera fêmkirinê û hukumdayînê de her ku diçe kêm dibe.

Em hemû perçeyekî vê qerebalixê ne. Belkî jî ji ber vê yekê divê em bi bîr bixinku însanên ku barê van pêvajoyan daye ser milên xwe, bedêl dane û pratîka wê bi rê ve birine gelek caran ji me kêmtir diaxivin. Herwiha bûna li qadê jî derfeta ku naskirina rastiyê û rastfêmkirinê nade tu kesî. Lê belê ger egereke rêzgirtina li hemberî kedên wan însanan, windahiyên wan û îradeya wan hebe, ew jî ew e ku divê li ser navê wan hukum neyên dayîn û encama pêvajoya heyî  ji niha ve neyê îlankirin. Carna parastina pîvanê ji zêdekirina gotinê biqîmettir e.

Em vê yekê weke çavdêriyeke ku ji derve hatiye kirin, nabêjin.

Sedema yekem çûna me ya ji bo Rojava ya di Mijdara 2016’an de ne lêkolînkirina modeleke siyasî bû. Di şerê hêzên ku li dora YPG’ê teşe girtibû û Tevgera Azadiya Kurdistanê pêşengtî dikir ê li gel DAÎŞ’ê de windahiyên mezin hebûn û piraniya van yekan ji ber wê bû ku şervan ji aliyê mudaxeleya yekem û teknîkên rizgarkirinê de zêde nehatibûn pêşxistin. Girêdayî mijara şer û tenduristiya lezgîn em li gel ekîbeke pispor ji bo têkariyê li avakirina vê mekanîzmayê bikin çûn Rojava.

Salên piştre di gelek qonaxên şer de me ji hundir şahidî kir. Di Nîsana 2017’an de piştî ku li Çiyayê Qereçoxê xistin me hovîtiya mayî dît.

Em li rastî ciwanên ku ji bo azadkirina Reqayê berê xwe dabûn eniyên şer hatin. Li Dêrikê em bûn şahid ku ji bo cih bidin zêdetir şehîdan dîwarê goristanê çawa hate hilweşandin û berfirehkirin. Em bûn şahidê ked û bedêlên giran ên wan kesên ku ji bo parastina wê erdnîgariyê ji çar aliyên cîhanê hatibûn.

Gotineke weke ‘’Lehengekî nîşanî min bide, ez ê trajediya li piştperdeyê nîşanî te bidim’’ heye. Çîroka Rojava jî hinekî wisa ye. Dema ku em roja îroyîn  li paşerojê dinêrin, tişta ku em dibînin bes ne ew e ku şer hatine bidestxistin yan jî saziyên hatine avakirin. Li pişt van yekan bedêleke însanî ya gelekî mezin a kom bûye yan jî gelek caran ji derve nayê dîtin, heye.

Roja îroyîn em di qonaxeke din de ne.

Me bi gotinên tund anîbû ziman ku entegrasyoneke piştî êrîşên li ser Helebê û di bin zexta leşkerî û gefa komkujiyê de dibe ku ji aliyê Kurdan ve veguhere tesfiyeyekê. Ew şert û mercên ku ev endîşe diafitrandin, rast bûn û roja îroyîn jî ji bo neqebûlkirina wan sedemek tune ye. Lê belê piştî mehan hevsengiyên li qadê guherîn, mobîlîzasyone civakî ya xurt a Kurdan derket holê,hevdîtinan berdewam kirin û alî di dawiyê de gihîştin lihevkirinekê.

Roja îroyîn pîvana esil ew e ku gelê Kurd wê di nava avaniya Sûriyeyê de kapasiteya xwe ya siyasalbûnê, destkeftiyên xwe û îradeya çi qasî biparêzin. Ferqa di navbera tesfiye û lihevkirinê de wê li vir derkeve holê. Bersiva vê yekê jî wê ji aliyê pergala nû ya ku wê were avakirin ve were dayîn.

Xwefesixkirina QSD’ê, entegrasyona avaniyên leşkerî û îdarî yên ji saziyên dewleta Sûriyeyê re û tayînkirina Mazlûm Ebdî ya ji şêwirmendiya Serokkomariyê re nîşan didin ku serdema ku ji sala 2012’yan ve ye berdewam dike, bi dawî bûye. Lê belê di heman pêvajoyê de naskirina mafên Kurdan ên neteweyî û çandî û di avaniya siyasî ya nû a Sûriyeyê de cihgirtina kesekî bûye sembola serdemê zehmet dike ku em tabloyê bes weke ‘’tesfiyeyê’’  îzah bikin. Lê belê naskirin û parastina mafên hatine bidestxistin ne heman tişt in. Nîqaşên dawîn ên têkildarî cihê Kurdî yê di nava pergala perwerdeyê de jî yek ji ezmûnên vê yekê ye.  Hê ne diyar e ku tecrûbeya perwerdeya zimanê dayîkê ya li Rojava ku di nava salan de pêk hatiye, wê di nava pergala nû de çi qasî were parastin. Meseleya esil ew e ku wê ev nûnertî di asta sembolîk de bimîne yan na û tecrûbe û kapasîteya siyasî, civakî û çandî ku Kurdan di nava zêdetirî deh salan de ava kirin wê di nava pergala dewletê ya nû de çi qasî hebûna xwe bidomînin.

Li şûna berdewamkirina şer û wêraniyê û kûrtirbûna wan, lihevkirina aliyan a li ser zemîneke siyasî a tevî şert û mercên hêzê yên ne wekhev û zextên giran bi serê xwe gelekî girîng e. Dema ku em bîlançoya mirovî ya şerê Sûriyeyê difikirin, wateya vê yekê eşkeretir e. Em qala şerekî wisa dikin ku bi sed hezaran însanan jiyana xwe jidest dan, bi milyonan însan ji cih û warên xwe bûn û bajarekî weke Helebê yê qedîm wêran bû. Belkî jî yek ji jêhatîbûna QSD’ê ya di vê serdemê hemûyê de ew bû ku bi qasî jê hat şer ji dûrî bajarên Rojava girt. Bişidyayînegirtina leşkerî û  siyasî ya  li hemberî hevsengiyên diguherîn, paşvevekişîn û muzakere dikarin hinekî jî weke perçeyên vê hewlê werin dîtin. Dema ku em lihevkirina heyî dinirxînin, divê em vê xeta dîrokî paşguh nekin. Carna encama stratejiya leşkerî û siyasî ne bi xakên ku di destê xwe de girtiye, bi bajarên ku ji wêraniyê parastine, bi jiyan û bi şert û mercên ku rê li ber jinûveavakirinê vedikin, tên pîvandin.

Geşedanên dawîn ên têkildarî pêşeroja YPJ’ê tam jî ji ber vê yekê balkêş in.  Di hevdîtinên navbera Fermandariya YPJ’ê û Wezareta Karên Hundirîn a Sûriyeyê de, nîqaşa têkildarî ku YPJ wê girêdayî reseniya herêmên Kurdan di nava avaniya ewlehiyê ya nû de hebûna xwe bidomîne, nîşan dide ku entegrasyon bes weke tesfiyeyekê nayê nirxandin. Pozîsyona iryardayînê ya jinan di nava şerî de bi dest xistiye wê derbasî Sûriyeyê bibe û ev yek wê di serdêmên li pêşiyame de bibe yek ji pîvana herî girîng.

Ev nîqaş ji aliyê min ve bes ne siyasî ye di heman demê de bersiveke wê ya şexsî jî heye. Beriya azadbûna Reqayê, em li biryargeha şerî ya ya li Reqayê li gel Newroz Ahmed ku yek ji rêveberên operasyonê bû, axivîn û me ji nêz ve pêşketina şerî kir.

Roja îroyîn muzakerekirina pêşeroja YPJ’ê ya wê û jinên ku li gel wê li ber xwe dane a li Şamê, belkî jî yek ji tabloya herî bihêz a veguherîna deh salan e. Ji ber ku hê çend mehan beriya niha tişta ku derheqê wan de dihat nîqaşkirin ne muzakere bû berovajî wê tesfiyeyeke mutleq bû.

Wê bibe neheqiyeke mezin ku qadeke hebûnê ya ku wan rojan bi çekan dihat parastin roja îroyîn bi rêya siyaset û muzakereyê hewla wan a cihgirtina di nava Sûriyeyê de weke ‘’dawiyekê’’ were nirxandin.

Me hemû kêmasiyên tecrûbeya Rojava dîtin; em bûn şahidên mesafeya di navbera îdîa û jiyanê de, bedêlên giran ên şerî, şaşî û kêmasiyan jî. Lê belê di heman demê me însanên ku hewl didan di nava xizaniyê de hin tiştan ava bikin, ji bo vê yekê bedêlên giran didin û hewl didin çarenûsa dîroka xwe diyar dikin, dîtin. Ji ber vê yekê mesafeya me rexnekirinê, tu caran ne li dijî rêza me ya li hemberî ked û têkoşîna wan însanan e.

Roja îroyîn tişta ku divê werekirin ev e: ne em paşerojê romantîze bikin ne jî em serdema nû beriya ku dest pê bike, mehkûm bikin.

Lê belê divê were dîtin ku sînoreke vê çarçoveya çakbîn jî heye. Ezmûna rastîn a li pêşiya Sûriyeyê bes ne di asta nûnertiya siyasî û nasnameyan de ye, wê xwe zêdetir li ser zemîneke aborî nîşan bide. Îhtîmal mezin e ku sermayeya navneteweyî û aktorên herêmî bi awayekî lez û bêkontrol berê xwe bidin aboriyeke ku ji aliyê şerê panzdeh salan ve hatiye hilweşandin. Bêparsengî, malhebûn û kûrkirina newekheviyên têkildarî belavkirina çavkaniyan ên ji aliyê hewleke bi vî rengî ve werin afirandin wê xwedî wê potansiyelê ye ku mesafeya di navbera herêm û civakan de mezintir bike. Hevsengiya jeopolîtîk lawaz e , tabloya jeoaborî jî hê nehatiye çêkirin.

Weke ku Hamît Bozarslan li ser Hannah Arendt bi bîr xistiye, di dîroka cîhanê de gel cara ewil xwedi ‘’a nihaye ke hevpar’’ bûn, ev yek nayê wê wateyê ku paşerojeke wan a hevpar heye yan jî wê pêşerojeke hevpar xwe bi xwe çêbibe. Meseleya resen a li pêşiya Sûriyeya nû jî li vir disekine. Gel û derdorên civakî ên şerî ew perçe kirine, roja îroyîn di nava a nihaya siyasî de ne lê belê hê pêşeroja wan a hevpar nehatiye avakirin.

Hamît Bozarslan destpêka Walpurgisê (Şoreşên Rastgir) bi hevokeke balkêş bi dawî dike; ‘’Dîroka şoreşên rastgir, beriya her tiştî dîroka qadên hilweşiyayî ya lidû xwe hiştine ne.’’ Dema ku em li Sûriyeyê dinêrin jî pirsa ku divê were kirin jî ev e; Ji bê ka kî dibêje ‘’şoreş’’ zêdetir ya girîng ew e ku wê şoreşê li dû xwe civakek û welatek çawa hiştiye.

Ji perspektîfeke berfirehtir yek ji tişta herî girîng a Rojava ji Kurdan re hiştiye ew e ku fikra Kurdistana Azad ji nava xeyaleke dûr derxistiye û veguherandiye îhtîmaleke siyasî ya ku dikare pêk were. Roja îroyîn geşedanên li Tirkiye, Sûriye û Iraqê rû didin dibe ku bibin sedem ku dubare ji vê îhtîmalê dûr ketinek çêbûye. Lê belê ji bîra civakî jêbirina pêşerojeke ku carekê pêk hatiye, ne hêsan e. Bi taybetî ji aliyê nifşên ciwan ve xwesteka jiyana azad, wekhev û li gel nasnameya xwe û diyarkirina pêşeroja xwe êdî xwedî cihekî ku ji sînorên rêxistin yan jî avaniyeke siyasî berfirehtir e.

Dibe ku divê mirov ji vê derê li çîroka ji niha û pê ve ya Rojava bigerin: Ji mijara şêweyê sazî û rêveberiyê çiqasî guheriye wêdetir, li ser azadî, wekhevî û çarenûsa jinê çiqasî xwedî gotin e û çiqasî dikare paşeroja gelekî diyar bike.

Ji bo me, di dawiya van hemûyan de gotineke sade dimîne. Têkiliya me ya bi hevalên me re yê ku li Rojava me gihîştin hev, bi hev re xebitîn, şahidî ji windahî û têkoşînê re kir bi mercên vê rojê ava nebû, bi wan re jî bi dawî nabe. Ya ku me digihîne hev fikrê azadiya Kurdistanê ye ku ji berê ve gihîştiye me û wê bigihêje nifşên nû.

Di vê rêyê de dibe ku şêweyê têkoşînê, sazî û berpirsyarî bêne guhertin; lê belê destê ku me dirêjî hev kiriye wê neguhere. Ji bo paşeroja azad û wekhev a Kurdistanê eger tişek bikeve ser milê me em ê wê girêdanê dewam bikin û dema pêwîstî bi me çêbû em ê bi wan re bin. Em jî ew jî parçeyên wê dîroka dirêj in ku ji rabirdûyê diçe paşerojê.

Rêya wan vekirî be.