MSD: Bersivdayîna daxwazên gel berpirsyareke nîştimanî ya lezgîn e

MSD‘ê diyar kir ku piştguhkirina krîzê an derengxistina çareserkirinê, wê aloziya aborî û civakî kûrtir bike. Her wiha daxuyand ku bersivdayina daxwazên gel ne bijardeyeke derengxistî ye, lê belê berpirsiyariyeke nîştimanî ya lezgîn e.

MSD: Bersivdayîna daxwazên gel berpirsyareke nîştimanî ya lezgîn e
15 îlon, 2026   22:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) der barê rewşa jiyanî ya zehmet û berpirsyarên dewletê li hemberî vê daxuyaniyek nivisîkî weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

‘‘Sûriye di qonaxeke gelekî dijwar re derbas dibe. Welatî di bin barê girankirina mercên jiyanê de bi taybetî piştî bilindbûna bihayên sotemeniyê û bandora wê ya rasterast ên li ser veguhastin, xwarin, germkirin û hemû pêdiviyên din ên jiyanê zehmetiyan dikşînin.

Hêrsa gel a ku herêmên cihêreng ên Sûriyeyê bilind dibe, nabe were piştguhkirin an piçûkxistin. Lê belê ev hêrs zingilê hişyariyê ye ku kûrahiya krîza jiyanî û aborî nîşan dide. Sûriyeyiyên ku bi salan ji ber şer û hejariyê westiyane, mafê wan e li welatekî bijîn ku daxwazên wan werin guhdarkirin û karûbarên welat bi berpirsyarî û dadmendî birêve bibe.

Xwepêşandanên aştiyane mafekî rewa ye. Em bang li gelê xwe dikin ku tevgerên xwe yên aştiyane biparêzin, aştiya civakî û milkên giştî û taybet biparêzin. Nehêlin daxwazên rewa veguherînin nakokî an kaos.

Ji nû ve avakirina Sûriyeyê bi diyarde, şahî û axaftinan dest pê nake; lê bi rêxistinkirina jiyana mirovan, peydakirina pêdiviyên wan ên bingehîn, dabînkirina ewlehiya xwarinê, vejandina aborî û hilberînê, çaksazkirina saziyên dewletê û çespandina durustî, şefafiyet û hesabpirsînê dest pê dike.

Di vê qonaxê de, pêdiviya Sûriye bi hemû şarezayî û pisporên xwe heye. Divê şarezayî li ser dilsoziyê, berjewendiya giştî li ser xizmtiyê  û alîgiriyê be. Divê kesên guncaw di cihên guncaw de bên danîn. Dijwariya mercan û kêmbûna çavkaniyan berpirsiyarî ji ser milê berpirsan ranake, lê belê rêveberiya baş û rêzkirina pêşedaniyan hîn lezgînter dike.

Dema ku mirov zehmetiyan dikişîne, rênîşandana lêçûnên giştî, dûrketina ji dîmen, xwepêşandanê û rêzgirtina li hemberî pereyên giştî, hem dibin erka exlaqî û hem jî ya siyasî.

Rexnekirina siyasetên şaş helwestk li dijî dewletê nin e, lê belê parastina dewletê bi saziyên xwe xurt e, ku bi welatiyên xwe re dadmend e, guh bide dengê wan û hesab ji kesên kêmasiyan dikin bipirse.

Berdewamiya piştguhkirina krîzê an derengxistina çareserkirina wê, wê tenê aloziya aborî û civakî kûrtir bike. Dibe ku bandorê li aramî û aştiya civakî bike. Ji ber vê yekê, bersivdayina daxwazên gel ne bijardeyeke derengxistî ye, lê belê berpirsiyariyeke nîştimanî ya lezgîn e.

Îro pêdiviya Sûriyê bi bingeheke zelal ji bo avakirina nû heye; Mirov di serî de, şarezayî beriya dilsoziyê, destpêkî li şûna nelirêtiyê, hilbirandina bingeha başbûnê, ewlehiya xurekê pêşedanî ye, rûmeta Sûriyeyiyan di ser her tiştî re ye."

(bb)