Li Efrînê kampanyaya “Mala min mafê min e”

Çalakvan û rojnamevanên li Efrînê ji bo vegerandina malên şêniyên resen ên Efrînê yên ku niştecihan dest daniye ser, kampanyaya “Mala min mafê min e” da destpêkirin.

Li Efrînê kampanyaya “Mala min mafê min e”
17 îlon, 2026   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo balkişandina ser malên ku hîn di destê niştecihên li Efrînê de ne, daxwaza lezkirina pêkanîna rêkarên ji bo vegerandina wan malan, şêniyên Efrînê li ser medyaya dijîtal dest bi kampanyayeke bi navê “Mala min mafê min e” kir.

Kampanya duh (16 Îlon) bi însiyatîfa çalakvan û rojnamevanên li herêma Efrînê bi hashtaga “"#بيتي_حقي û “Mala min mafê min e” de dest pê kir.

Rojnamevanên li herêmê diyar kir ku ji ber destdayîna li ser malên şêniyên resen ên li Efrînê bi dehan gazinc ji hêla şêniyan ve tên kirin, bi sedan mal hîn di destê niştecihan de ne.

Rojnamevanan diyar kir ku ev kampanya bi armanca vekirina vê dosyayê li ber raya giştî, daxwaza bidawîkirina rewşên destdayînê û vegera malan ji bo şêniyên resen hatiye destpêkirin.

Kesên ku ev kampanya organîze kiriye ji şêniyên Efrîn yên resen in û kesên ku piştgiriyê didin şêniyan xwest beşdarî kampanyayê bibin.

Ji duh ve bi sedan kes tev li kampanyayê bûne, pê re jî wêneyên malên xwe, zeviyên xwe û malên ku ji destê xwediyê wan hatiye standin, weşandine.

(sb)