Xwendekarên Qamişloyê: Ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin

Xwendekarên jin gotin ji mafê wan e ku bi zimanê dayikê bixwînin û ji hikûmeta veguhêz daxwaz kirin ku li biryara Wezareta Perwerde vegerin.

Xwendekarên Qamişloyê: Ji mafê me ye em bi zimanê xwe bixwînin
21 îlon, 2026   02:35
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Xwendekarên jin ên Qamişloyê derbare biryara (964/2068) a Wezareta Perwerdeyê nêrînên xwe anî ziman û gotin ew vê biryarê qebûl nakin. 

Zîlan Yûsif got: "Em daxwaz dikin ku li vê biryarê vegerin, bi vê biryarê re hewl didin ku dawî li zimanê kurdî bînin, 3`ê saet têre nake û pêdiviya me ya fêrbûyîna zimanê kurdî pêk nayîne. Em dixwazin dibistanê bi zimanê kurdî bixwînin."

Kînaz Fehed Ebdo jî got: "Em qebûl nakin ku zimanê kurdî tenê 3`ê saet be, em 14 salan bi zimanê kurdî dixwînin û em li ser biryara xwe ne ku xwendina xwe bi kurdî berdewam bikin. Zimanê kurdî hebûna me ye, em zimanê erebî baş nizanin, ji ber me bi kurdî xwendiye."

Herî dawî Leyla Ebid El Helîm Elî got: "Em parçeyek ji gelê Sûriyeyê ne û ji mafê me ye em bi zimanê dayîkê bixwînin, bila meteryalên xwendinê bi zimanê kurdî be û em dikarin fêrî zimanê erebî jî bibin."

(np)

ANHA