Bi pevguhertina pereyên ku kêm tên dîtin destekê dide şêniyan

Li Til Temirê nan tenê bi pereyên nû tê kirîn, pereyên nû jî bi zehmetî li herêmê tên dîtin. Şêniyê bi navê Welîd Şakir El Ebdullah bê beramber ji bo kirîna nan a rojane pereyên xelkê yên kevn bi pereyên nû diguherîne.

17 îlon, 2026   07:55
EBDULXENÎ EL HAMAN
HESEKÊ

Zehmetiyên girêdayî dan û standina bi pereyên nû li bajarê Til Temirê ji ber nebûna pereyên nû li cem şêniyan, didomin. Firin nan bi pereyên nû difiroşin, ev dihêle beşeke şêniyan ji bo dabînkirina madeyeke esasî ya debarê astengiyan bibînin.

Rojane ji bo kirîna nan şênî neçar dimînin ji bo peydakirina pereyên nû li wesîleyên pevguhertina pereyên kevn bi yên nû bigerin.

Li hemberî vê rewşê şêniyê bi navê Welîd Şakir El Ebdullah ê xwediyê navendeke radyolojiyê ye, navenda wî li hember Firina El Xabûr a li Til Temir e, ew destekê dide şêniyan, pereyên nû yên ku nexweş didin wî, bi pereyên kevn ên şêniyên ku dixwazin nan bikirin bêyî ku sûdê jê bigire, diguherîne. Bi vê gave Welîd Şakir El Ebdullah alîkariya şêniyan dike û dihêle ku şênî vê zehmetiya ku di kirîna nan de dijî derbas bike.

Welîd Şakir El Ebdullah rojane beriya ku biçe ser xebatên xwe, pereyên nû bi xwe re radike û li ber Firina El Xabûr disekine, dibêje tişta ku dihêle vê gavê biavêje ew e ku zehmetiya şênî dikşînin dibîne û hîs dike, ev qonax bi hacetî ku mirov ji rexne û gotinan, berê xwe bide însîyatîf û xebatê û wiha got: “Li Sûriyeyê hemû rexneyan dikin û gotinan diavêjin, lê ka kî tiştekî dike?”

Welîd El Ebdullah diyar kir ku armanca wî ji destekdayînê ji bo geşkirina perensîbên wekheviya di nava civakê û piştgiriya mirovan a di rewşên dijwar de ye.

El Ebdullah da zanîn ku divê mîna vê înîsiyatîgê li hemû herêmên Sûriyeyê bê dîtin û ev tişt anî ziman: “Em bi hêvî ne mîna vê destekdayînê di bin navê `ez çawa dikarim alîkariya te bikim` de, ne tenê li Parêzgeha Hesekê, li hemû herêman pêk were.”

(sb)

ANHA