Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin

Li Hesekê û Amûdê xwepêşandan hatin lidarxistin û daxwaza çareserkirina pirsgirêka bihabûnê hat kirin.

Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
Şêniyên Hesekê û Amûdê xwepêşandan li dar xistin
17 îlon, 2026   14:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Hesekê gel li hember bihabûna sotemeniyê xwepêşandan li Çerxerêya El Xezel bi rêxistin kir. Di xwepêşandanê de ji hikumeta veguhêz daxwaz hate kirin sotemeniyê erzan bike. 

Li Amûdê jî gel li pêşiya avahiya Şaredariya Gel a Amûdê xwepêşandan organîze kir. Di xwepêşandanê de pankartên "Pariyê gel xeta sor e", "Na ji bihabûna sotemeniyê re", "Na ji bihabûnê re", "Bihabûna sotemeniyê tê wateya wêrankirina dewletê" û "Biryarên we me dikujin" rakirin.

Xwepêşandêran ji aliyên têkildar ên hikumeta veguhêz daxwaz kir ku pirsgirêka bihabûna sotemeniyê û kel û pelên din çareser bikin.

(np)

ANHA