Di Îlonê de 5 teqînên li depoyên cebilxaneyan.. lêpirsîn nayê kirin

Di Îlonê de rûdana 5 teqînên di depoyên cebilxaneyan de li Sûriyeyê balê dikşîne û pirsên têkildarî sedemên dubarekirina mîna vê bûyerê derdikeve pêş, di encama wan teqînan de kuştî û birîndar çêdibin, der barê sedema rûdanê gelek gotin dibin mijar, hîn jî di piraniya rewşan de encamê lêpirsînê diyar nebûne.

Di Îlonê de 5 teqînên li depoyên cebilxaneyan.. lêpirsîn nayê kirin
21 îlon, 2026   11:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêmên Sûriyeyê teqînên li depo û deverên ku lê çek û çebilxane hene dubare dibe, di Îlonê de 5 teqîn rû dane, îro danê berbangê jî li depoya çebilxaneyan a li herêma El Îs a gundewarê başûrê Helebê teqînek çêbû, di encamê de çend kes birîndar bûn.

Di 1`ê Îlonê de wesayetek çebilxaneyan li bajarê Binş ê gundewarê rojavayê Idlibê teqiya, aliyên tenduristiyê diyar kirin ku di encamê de 5 kes hatin qetilkirina û 8 kes jî birîndar bûn, aliyên fermî têkildarî jêdera wesayetê û çebilxane ya li hatibû barkirina agahî neda.

Di 9`ê Îlonê de li depoya çebilxaneyê ya li herêma Birc El Numra ya nêzî rêya Sermeda li gundewarê bakurê Idilbê gelek teqîn çêbûn, li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di encamê de 20 kes hatin kuştin û 13 jî birîndar bûn, şêniyan destnîşan kir ku ew depo berê girêdayî Heyet Tehrîr El Şam bû, niha jî bûye yek ji depoyên girêdayî Wezareta Parastinê.

Di 12`ê Îlonê de li depoya bakurê rojavayê bajarê El Dumêr yê gundewarê Şamê teqînek çêbû, aliyên ewlehiyê ev tişt diyar kirin ku ew di encama cebilxaneyên kevin ku dihatin telefkirina rû daye, têkildarî qurbaniyan ti agahî nedan.

Di 18`ê Îlonê de li depoyeke cebilxaneyê ya li xaleke leşkerî girêdayî Rêveberiya Çekkirinê ya Wezareta Parastinê li derdora bajarokê Eyaş a gundewarê rojavayê Dêrazorê teqînek pêk hat, li gorî bîlançoyên fermî di encamê de 11 endamên Wezareta Parastinê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Bi bûyera herî dawî ya ku li depoya li El Îs rû da re, di Îlonê de 5 bûyer rû didin.

Li gorî şopandina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ji destpêka sala 2025`an heta 21`ê Îlonê (2026) 17 bûyerên teqînan li depo û xalên ku lê çek û cebilxane hene hatine belgekirin.

Têkildarî sedemên derketina teqînan tenê girêdayî aliyên teknîkî yên depoyan nayê dîtin, tê gotin ku ew ji ber sedemên şerê li herêmê, nakokiyên di navbera Îsraîl-Tirkiyeyê yên girêdayî xebatên leşkerî li Sûriyeyê, rageşiyên têkildarî entegreya leşkerî ya di nava artêşa Sûriyeyê rû didin.

Li aliyeke behsa girêdana van teqînan bi hewldana çeteyên DAIŞ`ê ya lawazkirina cebilxaneyan li hin herêman tê girêdan, ev tenê weke nerîn tê gotin, lê hîn aliyên fermî encamên lêpirsînan nedaye.

Şênî jî ji ber nebûna encamên lêpirsîna têkildarî van teqînên ku tên dubarekirin pirsa gelo wê bandor li makanîzmeya depokirin, veguhestin û rêveberiya depokirina cebilxaneyan bê kirin an na? yan ji bo her bûyerekê sedemeke cuda heye? dikin, her wiha bi taybet li cihên ku lê şênî hene, şênî pirsa gelo dê kengî encamên van lêpirsînan derkeve? Heke derkevin jî wê çawa rê li ber bê girtin? Dikin.

(sb)

ANHA