PYD`ê 23 sal derbas kirin û ber bi veguhertinên bingehîn ve diçe

Bi qonaxên siyasî û rêxistinî yên pey hev re PYD`ê di 23 salan de rastî kiryarên girtina endamên xwe ve hat, PYD`ê bi rewşên siyasî û leşkerî yê guherîner re derbas bû, di pêvajoya avakirina saziyên Rêveberiya Xweser a li Rojava de beşdar bû, niha jî PYD`ê bi hatina û ber bi lidarxistina kongreyê xwe ve çûyîn di guherînên mezin re derbas dibe, tê texmînkirin ku ew ê di nava xwe de guhertinên bingehîn çêbike.

PYD`ê 23 sal derbas kirin û ber bi veguhertinên bingehîn ve diçe
20 îlon, 2026   11:34
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Îro salvegera damezrandina Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a ku di 20`ê Îlona 2003`an de di encamê kongreyeke ku çend rojan dewam kir pêk hat e, di kongreya ku PYD`ê di encama wê de hate damezrandin de dozên stratêjîk ên girêdayî herêmê, Kurdistanê û Sûriyeyê de hatin nîqaşkirin.

Li vir PYD`ê hat damezrandin li aliyeke din 12`ê Adara 2004`an li Qamişloyê serhildan rû da, rejîma Baas`ê li dijî partiyên kurdî û ji bo her aliyeke muxalefetê yên Kurd, Ereb û Suryan kiryar pêk anî, ji bo Kurdan para herî mezin a zextê hebû, bi vê zextê her li pey siyasetmedaran diketin û wan derbasî zindanan dikirin.

Hemleyên li pey ketin, girtin û îşkenceyê ji bo kadroyên partiyê û pêşengên wê bi awayeke taybet hatin pêkanîn, bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê nêzî hezar û 500 endamên wê ji hêla rejîmê ve hatin girtin, heta roja îro çarenûsa hinek ji wan ne diyar e.

Bi awayeke çalak PYD`ê heta destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ji Kobanê heta Efrîn, Qamişloyê, Dêrik û Hesekê jî xebatên xwe dan meşandin, piştî 2 salan xebatên xwe bi avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk tacîdar kir.

KONGREYÊN PARTIYÊ

Bi mehan bi beşdariya rêveber û welatparêzên li Rojava xebatên orgenîzkirina kongreyê damezrîner (20 Îlon 2003) pêk hatin, kongre hefteyekê berdewam kir, di kongreyê de Zeredeşt Haco ji bo serokatiya PYD`ê hat hilbijartin, biryarên mîna pêkanîna têkoşînê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, daxwaza destûreke demokratîk ne navendî li Sûriyeyê, bihêzkirina rêxistinbûyîn jinan, perwerdekirina kadroyan û piştgiriya malbatên şehîdan hatin kirin.

Kongra duyemîn piştî şehadeta têkoşer Meysa Baqî (Şîlan Kobanê, her çar rêhevalên wê yên bi navê Zekeriya Îbrahîm, Hikmet Tokmak (Fûad), Nebo Elî (Cemîl), Hacî Cuma Elî (Ciwan) li bajarê Musilê yê Irqaê di 29`ê Mijdara 2004`an ji bo zelalkirina rewşa PYD`ê û derketina li hemberî xiyanetê pêk hat, Şîlan û rêhevalên xwe di dema vegera ji bo Rojava rastî komployekê ji hêla îstixbaratê ve hat.

Di wan şert û mercan de bi dirûşma li ser bingehê "Şîlan û hevalên wê rastkirina xeta xwe" 10`ê Sibatê sala 2005`an kongreyekî awarte li dar xist û Fûad Omer Serokê Partiyê hate hilbijartin.

Di kongreya 3`emîn de li ser bingehê felsefeya neteweya demokratîk, xeta siyemîn di avakirina civaka exlaqî, siyasî, ekolojî û azadixwaziya jinê rexne kirin û rexnedayîn dan.

Di kongreyê 4`emîn de (27`ê Adarê 2007) ku 3`ê rojan dewam kir dîsa Fûad Omer serokê partiyê hate hilbijartin. Di kongreyê de hate nîqaşkirin ku gel li ser sîstema komîn û meclsan bi rêxistin bike, lê ji ber êrîşa partiya Baas û girtina kadroyan şehîd Osman Dadelî (18`ê Sibatê 2008 şehîd bû) bû, nikarîbûn sîstema komîn û meclisa ava bike.

Kongreyê 5`emîn 16`ê hezîranê 2012`an li bajarê Qamişloyê bi dirûşma "Ji Sûriyeya demokratîk ber bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava" hate organîzekirin. Di kongreyê 5`emîn de biryar hate girtin ku sîstema hevserokatiyê çêbe û Asya Abdullah û Salih Mislim bûn hevserokên PYD`ê. Piştî kongreya 5`emîn destbi rêxistinkirina komîn û meclisan kir.

20`ê Îlonê 2015`an kongreyê 6`emîn ê PYD`ê li bajaroka Rimêlan a herêma Cizîrê hate birêxistinkirin, nêzî 70 rêveberên Kurd mîna Mela Bextiyar, şande ji Frensa, Danîmark, Nerwic, Tûnis, Misir, Sûdan, partiyên kurd û hêzên muxalif ên Sûriyeyê tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de yekitiya Sûriyeyê derkete pêş.

27-28`ê Îlonê 2017`an kongreyê 7`emîn bi dirûşma "Ji Rojava Azad ber bi Fedraliya Sûriyeya Demokratîk" hate lidarxistin û Şahoz Hesen û Ayşe Hiso ji bo hevserokatiya PYD`ê hatin hilbijartin. 

Kongreya heştemîn di 24ê Sibata 2020an de li bajarê Rimêlanê bi dirûşmeya "Bi Yekîtiya Demokratîk Em ê Dagirkeriyê Bişkînin, Rêveberiya Xweser Pêş Bixin û Sûriyeyek Demokratîk Ava Bikin" hate lidarxistin. Di vê kongeyê de, Eyşa Hiso û Enwer Muslim wekî hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Kongreya nehemîn a partiyê di 18ê Hezîrana 2022an de li bajarê Hesekê hate lidarxistin û 3 rojan dom kir. Di vê Kongreyê de, Salih Muslim û Asya Abdullah wekî hevserokên partiyê hatin hilbijartin.

Di 21ê Îlona 2024an de, piştî rêze Konferansên amadekariyê li Rojava û Ewropayê, dehemîn Kongreya giştî ya PYD`ê hate lidarxistin. Xerîb Hiso û Perwîn Yûsif wekî hevserok hatin hilbijartin.

KONGREYA AWARTE Û GUHERTINÊN TÊN PAYÎN

Di 24ê Tebaxê de, ajansa me, li ser zimanê çavkaniyên di nav PYD`ê de, ragihand ku partî plan dike ku di Cotmehê de Kongreyek awarte li dar bixe. Li gorî agahiyan amadekariyên Kongreyê niha didomin û partî dê guhertinên girîng derbas bike.

ŞEHÎDBÛNA DAMEZRÎNER Û RÊBERÊN PARTIYÊ

Di 30ê Tîrmeha 2013an de, partîyê yek ji pêşengên xwe yên herî berbiçav, şehîd Îsa Hesso, ku wekî nûnerê PYD`ê û serokê têkiliyên giştî kar dikir, winda kir. Hiso di teqîna li dijî otombîla wî li ber mala xwe ya li Qamişlo şehîd bû.

Di 11ê Adara 2026an de, siyasetmedar, endamê Konseya Serokatiyê ya PYDê û hevserokê berê yê partiyê, Salih Muslim, piştî nexweşiyeke dirêj şehîd bû.

Muslim di sala 2003an de yek ji endamên damezrîner ên partiyê bû û di sala 2004an de ji ber çalakiya xwe ya siyasî hat girtin. Wî 2 caran wekî hevserokê partiyê xizmet kir, ya yekem ji 2012 heta 2017, û ya duyem ji 2022 heta 2024. Piştî wê, heta şehîdbûna xwe wekî serokê têkiliyên derve xebat kir.

KRÎZA SÛRIYEYÊ Û PEJIRANDINA XETA SÊYEM

Di şoreşa Sûriyeyê de, PYD`ê xeta sêyem pejirand, bê westan ji bo rêxistinkirina gel û parastina mafên wan ên rewa xebitî, di heman demê de rê li ber hêzên siyasî û civakî vekir ku rolên xwe bilîzin. Ev yek bû sedema avakirina rêveberiyên xweser.

Bi saya fedekarya gel ji hemû pêkhateyan, PYD`ê pêşengiya têkoşînê dike û beşdarî avakirina civakê û saziyên wê dibe.

ANHA