Di depoyeke cebilxaneyê ya gundewarê Helebê de teqînek rû da

Li gundewarê başûrê Helebê li depoyeke cebilxaneyê teqînek rû da, heta niha di encamê de 4 sivîl birîndar bûne. Beriya niha jî li herêman 3 teqînê vê çêbûne.

Di depoyeke cebilxaneyê ya gundewarê Helebê de teqînek rû da
21 îlon, 2026   08:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro danê berbangê li herêma El Hedebê ya girêdayî bajarokê El Îs ê girêdayî gundewarê başûrê Helebê dengê teqînekê hat bihîstin, li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 4 sivîl birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ajansa me dane, teqîn li depoyeke cebelxaneyê ya li herêmê rû daye, heta niha depo û cebelxane girêdayî kî ne nehatiye zanîn.

Tîmên Parastina Sivîlan destwerdan kir, heta niha agahiyên têkildarî zirarên hatine dîtin nehatine diyarkirin.

Ev ne cara yekemîne ku teqîneke bi vî awayî rû dide, beriya niha li Biniş, El Demîr û Dêrazorê jî çêbûne.

(sb)