Şepêla Çaksaz a Sûriyeyê ji ber zêdebûna nakokiyên tayifî û netewperestî hişyarî da

Serokê Şepêla Çaksaz a Sûriyeyê Şikrî Şêxanî têkildarî hewildanên derxistina pêş a tayifî, neteweyî û gotara nefretê hişyarî da, daxwaz kir ku divê aştiya di navbera şêniyan de û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de bê parastin.

Şepêla Çaksaz a Sûriyeyê ji ber zêdebûna nakokiyên tayifî û netewperestî hişyarî da
Şepêla Çaksaz a Sûriyeyê ji ber zêdebûna nakokiyên tayifî û netewperestî hişyarî da
Şepêla Çaksaz a Sûriyeyê ji ber zêdebûna nakokiyên tayifî û netewperestî hişyarî da
21 îlon, 2026   04:44
QAMIŞLO
MIHEMED NÛRÎ ELO

Li Parêzgeha Hesekê di demên dawî de ji bo şermezarkirina kuştina şervanê Lîwaya Hesekê Samî Şêxmûs Hiso (Sîpan Hiznî) xwepêşandanên gireseyî çêbûn. Li beramberî vê bûyerê kesayetên civakî û siyasetmedar têkildarî hewildanên bilindkirina asta gotara nefretê hişyarî dan û daxwaz kirin ku divê jiyana hevbeş a di navber Kurd, Ereb, Suryan-Aşûran de bê parastin. 

Der barê mijarê de Serokê Şepêla Çaksaz a Sûriyeyê Şikrî Şêxanî ji ajansa me re axivî û bal kişand ser pêvajoya entegrasyonê û da zanîn ku encamên vê pêvajoyê hemû di çarçoveya berjewendiyên gelê li Sûriyeyê, bi taybet ji bo gelê Kurd de ye jî.

Şêxanî diyar kir ku hetanî ku niha ne têrker be, entegrasyon gavên erênî di milê ziman û nasnameyê de pêk anîn, yek jê jî mijara Kurdên bê nasname bû.

Şêxanî destnîşan kir ku wê helbet li pêşiya pêvajoya siyasî zehmetî derkevin û wiha pê de çû: “Nabe ku her tişt sererast û temamker bê dîtin, gelek kes hene ji bo ku xwestekên xwe yên siyasî û berjewendiyên xwe yên kesayetî pêk bînin, dixwazin entegrasyon têk biçe.”

GOTARA NEFRETÊ Û PÊVAJOYA ENTEGRASYONÊ

Têkildarî gotara nefretê ya li ser medya dijîtal derdikeve pêş Şêxanî got: “Gotara nefretê di çarçoveya redkirina hinek aliyên ku pêvajoya entegrasyonê red dikin de pêk tê, ji ber ku ew ji qonaxa bi istiqrar sûdê nagirin, ew dixwazin ev fitne bidome.”

Şêxanî der barê gotara nefretê û bandora wê ya li ser şêniyên li herêmê û istiqrara wê hişyarî da û destnîşan kir ku kesên ku van kiryaran dikin ji tesbîta mafê gelê Kurd di destûra Sûriyeyê ya nû de bi tirs in, ew dixwazin şer li herêmê vegere û di nava civaka Sûriyeyê de istiqrar neyê avakirin.

HELWESTA ŞEPÊLÊ

Şikrî Şêxanî da zanîn ku şepêl bi pêvajoya entegrasyonê re ne û bi hemû pêvajoyê ji bo çaksazkirinê li Sûriyeyê re ne, ev yek ji armanca wan e, ew bi entegrasyona rastî re ne yak u mafê hemû gelan dide wan.

Di dawiya axaftina xwe de Şêxanî diyar kir ku nerînên wan û yên partiyên neteweyî têkildarî pêvajoya çaksazkirina civakî, siyasî û aborî wekî hev e, divê ev jî sernavê qonaxa nû ya li Sûriyeyê be.

(sb)

ANHA