Çûyîna karwanê koçberên Serêkaniyê taloqî hefteya bê kirin

Diviyabû karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê vê hefteyê bi rê keta, lê ji ber rewşa herêmê birêketina karwan taloqî hefteya bê hate kirin. Komîteya Koçberên Serêkaniyê û aliyên peywendîdar amadekariyên xwe didomînin.

Çûyîna karwanê koçberên Serêkaniyê taloqî hefteya bê kirin
16 îlon, 2026   14:20
HESEKÊ

Amadekariyên vegera koçberên bajarê Serêkaniyê ya ji bo gund û malên wan didomin, lê ji ber rageşiyên li herêmê rû didin, vegera karwanê koçberan ê sêyemîn ku diviyabû di vê hefteyê de bi rê bikeve, hat taloqkirin.

Çavkaniyeke taybet a ji Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji ANHA`yê re diyar kir ku ji ber rageşiyên dawîn li herêmê birêketina karwanê sêyemîn a koçberan hat taloqkirin û wiha got: “Heke bûyereke awarte dernekeve, amadekarî hene ku karwanê sêyemîn di hefteya bê de bi rê bikeve.”

Çavkaniyê ev yek anî ziman: “Me ji meclisa herêmê lîsteyeke navên koçberên 12 gundên Serêkaniyê wergirt, ew gund ji mayinan hatine paqijkirin û ji bo vegera koçberan hatine dabînkirin.”

Li gorî agahiyan koçberên ku di nava karwanê sêyemîn de cih digirin, dê piraniya wan ên ku li dibistanan de bi cih bûne bin.

Li gorî bîlançoyên ku ajansa me bi dest xistine, hejmara dibistanên ku koçber tê de ne, 35 e û di wan dibistanan de hezar û 200 malbatên koçber hene.

Komîteya Koçberên Serêkaniyê ji bo dabînkirina vegera koçberan a ji bo navenda bajêr bi awayekî taybet, bi domdarî têkildarî dosya vegera koçberan bi aliyên peywendîdar re civînan li dar dixe. Komîte di civînan de daxwaza ji berpirsyarên hikumetê yên bi dosyayê re peywendiyên wan hene dikin ku malên koçberan ji kesên ku dest danîne ser milkên wan derxînin, bi lez pêvajoya vegera bi ewle ya hundirê bajêr pêk bînin.

Piştî şehîdxistina şervanê Lîwaya Hesekê Sîpan Hiznî, piştre jî bûyera li girtîgeha Kobanê ku di encamê de 9 girtî şehîd bûn, li herêmê rageşî derket.

(sb)

ANHA