Şêniyên herêma Cizîrê sibe li Qamişloyê ji bo zimanê kurdî çalakiyekê li dar dixin

Dê sibe li bajarê Qamişlo bi amadebûna şênî û xwendekarên ji bajar û bajarokên cuda yên herêma Cizîrê ji bo redkirina biryara tenê dayîna 3 dersên zimanê kurdî di hefteyekê de û daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî çalakiyeke girseyî tê lidarxistin.

Şêniyên herêma Cizîrê sibe li Qamişloyê ji bo zimanê kurdî çalakiyekê li dar dixin
21 îlon, 2026   09:56
QAMIŞLO

Înîsiyatîfa Gel a li Cizîrê sibe (22 Îlon), li pêşiya Stadyuma 12`ê Adarê ya li bajarê Qamişlo saet 11:30`an, bi tevlêbûneke girseyî ya ji herêmên cuda yên Parêzgeha Hesekê mêtîngekê orgenîze dike.

Dê şêniyên bajarên Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, Çilaxa, Til Temir, Tirbespiyê, Girkê Legê, Qamişlo û Hesekê beşdarî çalakiyê bibin, çalakî bi armanca redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz û daxwaza berfirehkirina qada perwerdeya bi zimanê kurdî were lidarxistin.

Ji dema derketina vê biryarê ve li bajar û bajarokê herêmê, şênî, xwendekar û mamoste rêzeçalakiyan li dar dixin, di çalakiyan de diyar dikirin ku biryar ne li gorî daxwaza wan a perwerdeya bi zimanê dayikê ye.

(sb)

ANHA