‘ YPJ`ê dê weke hêzeke taybet cihê xwe di nava Wezareta Hundirîn de bigire‘

Li gorî çavkaniyên taybet, civîna endamên Fermandariya YPJ`ê û Wezîrê Karên Hundirîn ê hikumeta veguhêz, derdora seat 00:15`an de bi dawî bûye. Çavkanî diyar kir ku wê xwesertiya YPJ’ê li ber çav were girtin û têkildarî mijarê wê nîqaş bidomin.

‘ YPJ`ê dê weke hêzeke taybet cihê xwe di nava Wezareta Hundirîn de bigire‘
27 tebax, 2026   09:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên taybet ji ANHA’yê re ragihandin ku duh (26 Tebax) Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û Wezareta Karên Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê re civînek hat lidarxistin. 

Di civînê de endamên Fermandariya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Newroz Ehmed, Sozdar Hacî, Xalsa Ayêd, Berdevka Nivîsgeha Ragahandinê ya YPJ`ê Rûken Cemal û Wezîrê Karên Hundirîn ê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Enes Hesen Xetab amade bûn.

Civîn  saet 23:00`an dest pê kir û derdora saet 00:15`an bi dawî bû.

Çavkaniyê der barê encamên civînê de agahî dan û dan zanîn ku wê li gorî xwesertiya heremên Kurdan rewşa YPJ’ê wek îstîsna were destgirtin.

Li gorî heman çavkaniyan, dê YPJ’ê weke yekîneyên taybet ên Antîteror di nava Wezareta Karên Hundirîn de cihê xwe bigire, lê têkildarî vê mijarê biryara dawî nehatiye dayîn û nîqaşên wan berdewam bikin.

(sb)

ANHA