Lîstikvanê fîlma ‘Heval Birako’: Ez parçeyekî çîroka fîlmê bûm

Fîlma “Heval Birako” li Festîvala Fîlman a Navnetewî ya Silêmaniyê ya 6’emîn 3 xelat wergirtin. Yek ji wan jî lîstikvanê sereke Dilşaz Hemo wergirt. Dilşaz Hemo got “Ez pir kêşxweş û serbilind im. Dema min rol lîst jî ez parçeyekî wê çîrokê bûm.”

Lîstikvanê fîlma ‘Heval Birako’: Ez parçeyekî çîroka fîlmê bûm
18 îlon, 2026   04:44
QAMIŞLO
BERÎTAN ÎRLAN

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmaniyê di salvegera koça dawîn a derhênerê Kurd Yilmaz Guney de bi beşdariya 108 fîlmên herêmî û navneteweyî pêk di navbera 9-15’ê Îlonê (2026) de pêk hat. Yek ji van fîlman jî fîlma “Heval Birako” ye ku ji Rojavayê Kurdistanê beşdar bû. 

Fîlma Heval Birako di 3 beşan de (lîstikvanê herî baş, muzîk û deng) de xelat wergirtin.

Lîstikvanê sereke yê fîlmê Dilşaz Hemo (16) xelata lîstikvanê Kurd ê herî baş stand.

Dilşaz Hemo hîna di temenê xwe yê biçûk de, di 2019’an de li bajarê Kobanê kete nava xebatên hunerî. Dilşaz hîna di 8 saliya xwe de, dema li Başûrê Kurdistanê li şanoyekê temaşe dike û dixwaze bibe lîstikvan. Piştî vedigere Kobanê, beşdarî xebatên şanoyê dibe. Di 2020’an de beşdarî koma şanoyê ya Kobanê dibe. Ji ber temenê xwe yê biçûk nedilîst, lê di nava komê de perwerde didît. Di 2023’yan de bi xwe dest bi lîstina şanoyê kiriye.

2024’an de jî dema li ser dikê rol dilîst, derhênerê fîlmê Nûman Yîgît, Dilşaz dît û xwest di fîlmê Heval Birako de bilîze.

Dilşaz Hemo dibêje: “Dema derhêner ji min re got, ez pir kêfxweş bûn. Temenê min biçûk bû, ji min re zehmet bû.”

Dilşaz di biçûkatiya xwe de bûye şahidê êrişên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê. Di fîlmê de jî Dilşaz bi rola zarokekî Êzîdî ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin, birayê wî dîl digire û ji wî re dibêjin eger tu li dijî Kurdan şer nekî em ê birayê te bikujin, radibe.

‘MIN DIGOT EZ CIWANEKÎ KOBANÊ ME, EZ Ê ÇAWA ROLÊ DAIŞIYEKÊ BILÎZIM’

Dilşaz got: “Dema gotin tu yê rolê DAIŞ’iyekê bilîzî ez matmayî mam. Min got ez ciwanek ji Kobanê me ezê çawa rolê DAIŞ’ê bilîzm. Min pir neeciband, lê min xwest beşdar bim. Zilma DAIŞ’ê ya li ser Kurdan nîşan bidim. Me terzê herêmê jî nîşan da.”

Fîlma “Heval Birako” cara yekemîn li 5’emîn Mîhrîcana Filman a Navnetewî ya Rojava (2025) hat nîşandan. Dilşaz dibêje “Ez salekê li benda fîlmê bûm, min pir mereq dikir ku çawa ye. Dema min dît hestek pir bi coş di min de çêkir.”

‘EZ PARÇEYEKÎ ÇÎROKÊ BÛM’

Dilşaz di festîvala Silêmaniyê de xelata lîstikvanê herî baş ê Kurd girt. Dilşaz wiha qala hestên xwe dike “Ez pir kêfxweş bûm. Cihê serbilindiyê ye. Herkesê spasiya min kir. Gotin ne hîs nekir tu dilîzî, te rastî dijiya. Te hestê rast gihand dilê me. Dema min rol lîst jî ez parçeyek ji wê çîrokê bûm. Ez parçeyek ji wê çîroka bi serê gelê Êzîdî de hatî bûm. Min hîs dikir ku ez ketime destê DAIŞ’ê û êşkence li min hatiye. Min hîs kir ez ew ciwan im.”

‘HUNER ÇEKA DANASÎNA GELÊ KURD E’

Dilşaz di dawiya gotinên xwe de got: “Ev ji bo min destpêkek bû. Xeyala min bû. Ez ê bidomînim, dixwazim gelek xebatên din bikim. Huner zimanê aştî û çeka naskirina gelê Kurd ji bo tevahî cîhanê. Em dikarin bi rêya hunerê gelê Kurd bêhtir bidin nasîn. Ev ji bo Rojava pir girîng e. Niha dema hunerê ye.”

ANHA