Li gundewarê Qamişloyê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş

Li ser rêya Qamişlo-Hesekê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş hat kirin.

Li gundewarê Qamişloyê li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn êriş
20 îlon, 2026   17:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyek di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de dane nûçegihanê me, li dijî dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bi sahrîcan re bû êriş hat kirin.

Çavkanî da zanîn ku êriş ji aliyê du kesên li ser motorsîklêtê bûn ve li nêzî Zanîngeha Qurtuba ya li ser rêya Qamişlo-Hesekê pêk hat.

Hêzên Ewlekariyê dest bi lêgerîna êrişkaran kir.

(bb)

ANHA