Îran: Li Tengava Hurmizê balafirek Amerîkayê hat xistin

Pasdaran Îranê ragihand ku wa li ser asîmanê Kendava Hurmizê balafirek bê mirov ya Amerîka ya ji cûrê MQ-1 xistin xwarê.

Îran: Li Tengava Hurmizê balafirek Amerîkayê hat xistin
21 îlon, 2026   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Îranê ragihand ku sîstema wan ya parastina asîmanî, li ser asîmanê Kendava Hurmizê balafirek bê mirov ya Amerkayê ya ji cûrê MQ-1 xistin xwarê.

Her wiha diyarkir ku duh êvarê jî (20’ê Îlonê) li heman deverê balafirek din a sîxûrî ya ji cûrê Orbiter xistine xwarê.

Li aliyê din Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku egera rûdana pêşhatek mezin li gel Îranê heye. Trump diyarkir ku li ser mêzê wan bijardeyên wek êrişa tinekirinê ya leşkerî, dorpêça tûnd ya aborî yanjî lihevkirinek nû ya li gel Îranê hene.